13:13 17/6/2016 |
|
Hediye Kalkana ku wek karkerekî çandiniyê çûbû Yozgatê û di 15 saliya xwe de bi 12 hezar TL'yî wek "bûk" hatibû firotin, piştî salekê li hemberî şkenceya ku li dihat kirin îdare nekir û vegeriya Wêranşarê. Kalkana ku li gel kurê xwe dest bi jiyîneke nû kir û li Navenda Çandê ya Wêranşarê dengbêjiyê dike wiha got, "Dema ez zarok bûm bûkantî qet nebûbû xeyala min. Ez yekser rastî lsîtika malokê hatim."
|
09:07 17/6/2016 |
|
Aktîvîsta KJA'yê Prz. Reyhan Yalçindag, ku beşdarî civîna Komîseriya Mafên Mirovan a NY'ê û Departmana Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya Bosna Hersekê bû, diyar kir ku, wan bi Departmaa Jinan a NY'ê re komek ava kiriye. Yalçindag, diyar kir ku parazvana mafên mirovan Prz. Amal Clooney diyar kiriye ku dê dildarî parêzeriya jinên Êzdî bike. Yalçindag, da zanîn ku NY'ê peyvira xwe ya li dijî Sûr, Sîlopya û Cizîrê pêk neanî.
|
10:09 16/6/2016 |
|
Şopdara Sêvê, Pakîze û Fatmayan Şehrîban Altunişik a li Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê bajar neterikand û li ber xwe da nîşan da ku hêvî ji tanktan mezintir e. Altunişik di peyama xwe ya dawî de bi van gotinan baweriya bi pêşengiya jinê û azadiyê anîbû ziman: "Dê berxwedana me bi giyan û vîna jinê bi serkeftinê bi encam bibe. Hêvî û baweriya me her ku diçe mezintir dibe. Hêviya me ji wêrekiya me, wêrekiya me ji dilê me mezintir e."
|
09:46 16/6/2016 |
|
Sema Yuce li hemberî esaret, înkar û îmhayê di 21'ê Adara 1998'an de bedena xwe da ber agir û di 17'ê Hezîranê de dema li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Yuce bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de kir pire û bi vê çalakiya xwe di Newrozê de vîn û têkoşîneke bêhmpa ya jinê da avakirin.
|
09:34 16/6/2016 |
|
Jina dirûnger Îmran Dogan diyar kir ku kiras û fîstan di çanda jina kurd de cihekî taybet digire û kiras û fîstan ji bo jina kurd remza zindîbûnê ye.
|
09:13 16/6/2016 |
|
Sifreya Rûerdê ya ku ji hêla KJA'yê ve li Amedê her hefte li cihekî cuda tê danîn, hewl dide di navbera jinan de yekitî û piştgiriyê bide avakirin. Aktivîsta KJA'yê Arzu Karaman diyar kir ku bi vê xebatê jiyana komînal derketiye holê û aşkera kir ku piştî fitarê li ser geşedanên rojane nîqapşan didin meşandin.
|
12:58 14/6/2016 |
|
Necla Halîl a ku di 13 saliya xwe de ji bo zewacê anîn Tirkiyeyê ev 35 sal in bê nasname di nav şertên sirgûnê de dijî. Halîl da zanîn ku di demên dawî de jî ji bo wergirtine nasnameyê serlêdan kirine lê bersiva "Aramiya me xira nekin, biçin Sûriyeyê" hatiye dayîn.
|
12:06 14/6/2016 |
|
Jinên ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê ji destê çeteyan hatin rizgarkirin û xwe gihandin qadên azad, diyar kirin ku bi taybet jiyana jinan weke jiyana dojehê bû û gotin "Hemû welatiyên li Minbîcê li benda QSD'ê bûn ku werin wan rizgar bikin. Niha ji ber ku em azad in em pir kêfxweş in."
|
09:26 14/6/2016 |
|
Jinên ku bi şîara 'komun azad dike' ketin rê, ji aliyekî xebatên çand û hûnerê dimeşînin û ji aliye din ve jî li taxan bi jinan re tên cem hev xebatên jinan ên wek panel û atolyeyê xwendinê xebatên xwe dimeşînîn. Jinên ku butçeya xwe wekî komun ava dikin, li diji polîtîkayên hikumetê her dem li kolanan in.
|
09:06 13/6/2016 |
|
Ji "Platforma hewldana jinê ya ji bo aştiyê" Îzlem Oktay, Ceren Acar û Zale Karademîr ji bo deng bidin kampanyaya ji bo Geverê hatiye destpêkirin ji Stenbolê hatin navçeyê û tevlî xebatên înşayê bûn.
|
09:05 13/6/2016 |
|
Dayika bi navê Belkiza Aşan a 60 salî ya li navçeya Elbakê dijî li qontarê çiyayê Nedîrokê bi gihayên ku kom dike hem debara xwe dike hem jî ji bo hin nexweşiyan derman çêdike.
|
09:02 13/6/2016 |
|
Li navçeya Akdenîzê jinên ku serê sibehê heta êvarê park û refujan bi destên xwe ve xweşik dikin, piştî ku ji kar derdikevin limalê jî mecbûr dimînin bixebitin, Jinan diyar kirin ku ji bo bikaribin li ser piyan bimînin li hemberî hemû zehmetiyan li ber çavan digirin.
|
15:05 12/6/2016 |
|
Heyeta Meclisa Jinê ya HDP'ê navçeya Geverê ya di êrîşên komkujiyê de wêran bûye ziyaret kir.
|
09:04 12/6/2016 |
|
Dayika 11 zarokan Fatma Yîgît a ji ber êrîşên dewletê ji Sîlopiya hat Wanê, bi pêtina nanê tenûrê debara 11 zarokan dike. Yîgît anî ziman ku wan gelek berîya warê xwe kirine û dixwazin vegerin warê xwe.
|
09:01 12/6/2016 |
|
Welatiya bi navê Gulistan Bayrak di salên 90'î de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kirin, piştî navçeya wan ji hêla hêzên dewletê ve bi êrîşên qirkirinê hat wêrankirin, vê carê jî koçî Mêrdînê kirin. Her çendî "qedexe hat rakirin" bê gotin jî qedexeya li bajêr didome. Bayrak bertek nîşanî qedexeyê da û aşkera kir ku ew dê teqes vegere Nisêbînê.
|
11:31 11/6/2016 |
|
Serokomar Tayyîp Erdogan ê ku her dem bi gotinên divê jin zarokan biwelidîne êrîşê jinan dike, ji hêlekî ve jî di serdema desthilatdariya wî de 477 zarok ji hêla "hêzên ewlehiyê" ve hatin kuştin. Di dema qedexeya derketina kuçeyan heta niha tenê li Kurdistanê 80 zarok ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin. Jinan bertek nîşanî Erdogan da û aşkera kirin ku ew zarokan ji bo bên kuştin naynin dinê.
|
09:06 11/6/2016 |
|
Jina bi navê Çîlem Dogan a ku neçarî ma parastina xwe ya cewherî pêk bîne û bi çekî hevjînê xwe kuşt, bi 15 salan cezayê girtîgehê hat cezakirin. Parêzerên Dogan ji bo biryarê bibin temyîzê serlêdan pêk anî. Parêzera Dogan, Songul Yildiz diyar kir ku Çîlem ê parastina xwe ya cewherî pêk aniye û li jiyanê maye, lê li hemberî vê yekê ceza li Çîlem hatiye birîn, ji bo Çîlem azadî xwest.
|
11:03 10/6/2016 |
|
Jina bi navê Emîne Gezîcî piştî li Antalyayê koçî Erzînganê kir, hem ji hêla hevjînê xwe û hej jî ji hêla malbata hevjînê xwe ve bi awayekî hovane hat îşkencekirin. Gezîcî bi darê şil û bi mêrê îşkence lê hat kirin, di axûrê de hat girtêdan û hat xwestin pozê wê bê jêkirin.
|
09:07 10/6/2016 |
|
Dayika Kumru Îlhem a 95 salî ya li Cizîrê gelek tişt jiyaye. Dayika Kumru ewil li hemberî sîstema axatiyê serî rakiriye û bûye ji şahidên dîroka berxwedanê ya Kurdistanê, ji salên 90 heta niha di dezgehên îşkencexaneyan de gelek pêkanînên nemirovî dîtiye. Dayika Kumru li hemberî qatlîamên Hêzên dewletê yên niha jî bi gotina "Ji bo 4 xendekan bigirin hatin lê evqas mirov kuştin" berteka xwe anî ziman.
|
09:04 10/6/2016 |
|
Parlamentera HDP'ê û Berdevka Meclisa Jinan Besîme Konca, diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi gotinên xwe yên zayendî, hilweşandina exlaqî zêde kiriye û wiha axivî: "Ev xala faîzmê ya herî dawî ye, dê hemû êrîşên li hemberî jinê asayî bike. Dê jin li hemberî van êrîşan bibin bersiv."
|