Jinên Dengbêj: Em kilaman bi êşa dil a dayikekê ve dibêjin 2016-01-28 09:10:17 SADIYE ESER DÎLOK (DÎHA) – Jinên dengbêj ên li Dîlokî di şevbêrkan de kom dibin û bîranîna xweşiya rojên borî dikin. Dengbêjên jin anîn ziman ku jinên Kurd êşên xwe bi kilaman ve tînin ziman û gotin "Em kilaman bi êşa dil a jinekê, dayikekê dibêjin." Li ser rista dengbêjan a çandî, hunerî û dîrokî çiqas were gotin jî dê têrî neke. Dengbejên ku di navbera paşeroj û îro de bûne pir û hemû mîrateya civakî gihandine roja me li gel hemû polîtîkayên qirkirina çandî û bandorên çanda populer jî hebûna xwe diparêzin. Li Dîlokê jî, dengbêjên jin bi kilamên xwe ve giyana mirov radipêçin û di nav deryaya hestan de di nav pêlan de dibîn û tînin. 'Me di dawet û şahiyan de digot' Li Taxa Firat a navçeya Şahînbey a Dîlokê, jinên dengbêj bi kincên xwe yên gelêrî ve şevbêrkan lidardixin û bi taybet hemû jinên taxê vedixwînin. Di şevbêrkan de jinên dengbêj bi kilamên xwe ve, mirovan di nav demên dîrokê de digerînin. Yek ji van dengbêjan jî Bahar Tekîn e (35) tu ji Şirnexê koçî Dîlokê kiriye. Tekîn anî ziman ku ew ji zaroktiya xwe ve ye kilaman dibêje û got "Dilê dayikên kurdan dişewite. Em bi newayên xwe ve van êşan tînin ziman. Tekîn behsa zozanên Şirnexê ku lê mayê jî kir û wiha pê de çû: "Dema di nav malbatê de şahî û dawet çêdibûn me kilamên xwe digot. Lê carna me ji xizmên xwe yên zilam şerm dikir û nedigot." Yek ji dengbêjên jin Xezem Yalçin (36) jî ji bo kurê xwe yê li Kobanê jiyana xwe ji dest daye kilamek bi navê "Weysiyê min" afirandiye. Yalçin jî ji zaroktiya xwe ve ye kilaman dibêje û wiha axivî "Ez hez dikim kilaman bêjim. Em kilaman bi êşa dil a jinekê, dayikekê dibêjin. Ez dema dibêjim pir hestiyar dibim." 'Berê hemû gundî di odeyek de kom dibûn' Xeyal Alturk li gor dengbêjên din hîn temendirêj e (52) û dibêje wê bêriya dîwanên kevn ên dengbêjan kiriye. Alturk jî bi van gotinan beriya rojên borî yên dengbêjiyê kir: "Berê hemû gundî di odeyek de kom dibûn. Li ber kilamên dengbêjan heya sibehê me dilê xwe xweş dikir. Piştî ku em hatine bajaran şûn ve me ew rojên xweş ji bîr kirine. Ev cara yekem e ku em jin li Dîlokê tiştek wiha dikin." Yek ji jinên ku tevlî şevbêrkê bûye Halîme Tekîn (55) jî diyar kir ku ji ber tevlî şevbêrkê bûye pir kêfxweş e û got "Eger em vê çandê nedin jiyin, emê jî bi vê çandê re tune bibin." 'Emê her meh bicivin' Jina bi navê Xebat Gengeç (40) a ku ji ber hesreta şevbêrkan, dengbêjan vexwendî mala xwe, sedema lidarxistina şevbêrkê bi van gotinan anî ziman: "Ji bo em hevûdû baştir nas bikin ez tiştek wisa fikirîm. Emê her meh dengbêjan bicivînin û rojên borî bibîr bînin." Dengbêja bi navê Încî Selçuk (40) jî balê kişand ser êrîşên li ser Cizîra Botan û got ji ber çavkaniya çandî ye, êrîşên herî giran li ser Cizîrê tê kirin û wiha axivî: "Îro dorpêç û êrîşên qirkirinê herî giran li Cizîrê ye. Ji ber ku Cizîr çavkaniya çandê ye, wêje jî li wir xwedî cihekî girîng e."