Bi Navenda Çandê ya Baqî Xido re huner li hemû Kobanê belav dibe 2016-02-10 08:58:31 ERDOGAN ALTAN KOBANÊ (DÎHA) - Di Şoreşa Rojava de cihê yekemîn ê aîdî rejîma Baasê ku gel dest danî ser Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ye. Di navenda çandê de xebatên ku di pêşengiya jinê de tê meşandin li hemû kantonê belav dibe. Navenda Çand û Hunera Kobanê ku di dema rejîma BAAS'ê de ji Kurdan re hatibû qedexekirin, bi Şoreşa Rojava re bi xebatên nasname, çand, huner û ziman a kurdan re vegeriya akademiyek ronakbiriyê ya civakî. Navenda Çand û Hunerê, bi destpêkirina pêvajoya Şoreşa Rojava re mekanên yekemîn ku gel dest danîne ser vê derê ye. Ev navenda çand û hunerê navê wê yê berê Merkezî Seqafî (navenda çandê ya aîdê rejîma BAAS'ê) bû û piştî Şoreşa Rojava gel dest danî ser vê dere. Navê Baqî Xido lê kirin Li Navênda Çand û Hunerê ya Baqî Xido kurdan gelek xebatên hunerî bi awayek azad meşandin. Navên kesayetên wekî Delîla, Xelîl Dax, Hozan Mizgîn, Hozan Serhed, Şehîd Hogir, Şehîd Sefkan ku di çanda kurdan de xwedî cihek taybet in li qadên xebatên xwe kirin. Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ku ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê nesîbê xwe girt, hatiye hilweşandin. Navenda çandê, piştî rizgarkirina Kobanê ji hêla xebatkarên çand û hunerê û bi alîkariya rêveberiya xweser ve ji bo xebatên çand û hunerê bê meşandin li Taxa Şehîd Yahya cardin hat vekirin. Li her derî huner Li navenda ku hefteyê 5 rojan xebatên hunerî tên meşandin, 2 roj jî ji bo zarok, ciwan û jinan di gelek beşên cuda de perwerdehî tê dayîn. Xebatkarên Navenda Çandê ku navê xwe ji şervanê YPG'ê Şehîd Baqî Xido ya di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest daye girtiye, hunerên xwe ne tenê li navenda çandê û Kobanê her wiha li gundên girêdayî Kantonê jî pêk tînin. Di çand û hunerê de jî jin pêşeng in Ji rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Jiyan Ehmed diyar kir ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de avahiya wan, hemû amûrên wan ên hunerê hilweşiyan e û ji ber vê yekê jî pir zahmetî dikişînin. Ehmed destnîşan kir ku hin pêdiviyên wan ên estrumanên hunerê ji hêla navendên çand û hunerê yên bakurê Kurdistanê ji wan re hatine şandin û anî ziman ku lê ji ber zêdebûna endam û xwestekan dîsa hin tengasiyan dikişînin. Ehmed balkişand ser Şoreşa Rojava ku wekî şoreşa jinê tê pênasekirin di navenda çand û hunerê de jî ew xebateke bi pêşengiya jinê esas digirin. Astengdar hunera xwe pêşkeş dikin Li navenda çandê koma muzîkê ya Koma Gulan bala mirovan dikişîn e. Endamên komê Mustafa, Ehmed û Zehra astengdarê çav in. Îdrîs jî ji dest û lingên xwe astengdar e. Endamên komê, estrumanên wekî keman, gîtar, tembûr û erbane lê didin û stranên xwe dibêjin. Zarok û ciwan her kes li wir e! Li navendê amadekariyên şahiyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jî ji niha ve destpê kiriye. Yek ji zarokên 12-14 û yek jî 15-18 salî du komên folklorê dixebitin. Komeke din a li navendê provayan dike jî koma muzîkê ya bi navê Koma Miştenûr e. Endama komê Roya Berz diyar kir ku ew diçe pola 8'emîn endamên koma wan hem diçin dibistanê hem jî tên navendê. Berz da zanîn ku wî piştî xweşikiya hunerê ferq kiriye li navenda çandê dest bi xebatên hunerî kiriye û pir kêfxweş e. Endama Koma Şanoya Kobanê Leyla Kobanê jî diyar kir ku 13 endamên komê hene û destnîşan kir ku ew berxwedana destanî ya Kobanê û êşên hatiye jiyîn ew hewil didin ku di hêla şanoyê de bînin ziman. Hunereke 33 sal Koma Botan Endamên Koma Botan ku bi terz û muzîka xwe dîrok, berxwedan, êşa û şahiya civakê bi helbestên xwe anîne ziman û beste kirine, ji 1983'an heta niha 250 stranan çêkirine. Endamê komê Welat Berazî diyar kir ku ligel van yekan jî ji bo tomarkirina besteyan studyoya wan tune ye tengasî dikişîn in lê cardin jî ew hunera xwe pêk tînin. (ea/fk/sy)