Romana kesên ji mirinê jiyan afirandine 2016-02-23 10:44:19 AMED (DIHA) - Nivîskar Eqîde Tok di pirtûka xwe ya bi navê "Di Siya Mirinê De Pişkivên Jiyanê" de berxwedana gelê Botanê ya li hemberî dagirkeran vedibêje. Gelê Botanê li hemberî hemû êrîşan tu carî serî ji dagirkeran û ji xwestekên wan ên kirêt re nabêjin erê. Toq di roman xwe de behsa îşkence, mişextî, berxwedan, rêwîtiyeke zor û zehmet dike. Ev roman, di esasê xwe de dide dû şopa wî gelê qehreman ê k udi welatê xwe de bû penaber. Ev roman, romana Mexmûrê ye. Nivîskar Eqîde Tok pêvajoya avakirina Wargeha Mexmûrê bi zimanekî şahik û herikbar bi lewna herî nûjen a wêjeyê ango wekî roman amade kir. Pirtûka Tok a bi navê "Di siya mirinê de pişkivên jiyanê" ji nav Weşanên Aramê derket. Weşanxaneya Aramê ku li gorî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire û bi du zimanî (kurdî-tirkî) weşangeriyê dike; divê zivistana dereng bi pirtûkên xwe yên cihêreng dilê mirovî germ dike û mirov li xwendinê sor dike. Yek ji pirtûkên ku weşanxaneyê nû çap kiriye; pirtûka nivîskar Eqîde Tok a bi navê "Di siya mirinê de pişkivên jiyanê" ye. Pirtûk wekî çemekî coş e Pirtûka ku bi zaravayê kurdî-kurmancî hatiye nivîsandin, xwedî zimanekî herikbar û sade ye. Nivîskar Tok bi hevokine biwêjî hin peyv û biwêjên ku di bîranînên me yên zarokatiyê de wekî xeyalên xemrî di bîrame tîne. Her çend lewnê pirtûkê roman be jî di esasê xwe de pirtûk wekî çemekî coş ku tu bend û bendavan nas nake diherike nav dil û mêjiyan. Rojên agirîn vedibêje Romana ku wekî fîlmekî sînemayî beşeke ji jiyana gelê kurd a ji tofana salên 1990'î vedibêje. Dema mirov serhatiya ku bi saya pênûsa Tok bi goşt û beden bûye dixwîne û van rojên agirîn ên ku gelê kurd tê re derbas dibe dide berhev mirov gelek pêşketinên berbiçav ên bi gel re jî baş dibîne û mirov bi mixabiniyeke mezin dibîne ku dagirker bi heman hişmendiyê êrîşê gel dikin. Romana Mexmûrê ye Tok di pirtûka xwe de berxwedana gelê Botanê ya li hemberî dagirkeran vedibêje. Gelê Botanê li hemberî hemû êrîşan tu carî serî ji dagirkeran û ji xwestekên wan ên kirêt re nabêjin erê. Toq di roman xwe de behsa îşkence, mişextî, berxwedan, rêwîtiyeke zor û zehmet dike. Ev roman, di esasê xwe de dide dû şopa wî gelê qehreman ê ku di welatê xwe de bû penaber. Ev roman, romana Mexmûrê ye. Kerb û serbilindiya gelê Botanê Wargeha Mexmûrê çawa ji aliyê gelê Botanê ve hat avakirin? Gel çima mecbûr ma warê xwe biterikîne, gel çima dev ji zozanên xwe yên hênik, têrav berda û xwe li çol û pesaran xist. Her çiqas pirtûk roman be jî lê li ser esasên rasteqîniyê hatiye avakirin. Ji destpêkê heta dawî pirtûk bi kerbeke mezin û bi serbilindiya lehengiya gelê Botanê rûpel bi rûpel xwe bi xwendevan dide xwendin. (ft)