Li dijî lojmanên polîsan êrîş 2016-09-06 22:34:59 AGIRÎ (DÎHA) - Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dijî lojmanên polîsan êrîş pêk hat, li ser bersiva polîsan pevçûn derket. Di saet 20.40'an de gerîlayên HPG/YJA-Starê li dijî lojmanên Yeşîl Kentê ya li ser riya Bazîd-Îdirê êrîş pêk anî. Lojmanên ku polîsên tirk têde dimînin, demekî pevçûnan dewam kir û hat gotin gelek ambûlans û maşînên zirxî sewqî herêmê hatine kirin. Der barê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatin bi dest xisitn. (ms)