Berî CPT'yê fermana 'Veşarî': Şopên îşkenceyê winda bikin 2016-09-09 11:17:36 ENQERE (DÎHA) - Midûryeta Giştî ya Polîsan, ji yekîneyên girêdayî xwe re fermanameya "Veşarî" şand û beriya serlêdana CPT'yê xwest şopên îşkenceyê yên di bin çavan de bên winda kirin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Xirab a Konseya Ewropayê (CPT) berî bê serdana Tirkiyeyê û der barê îşkence û muameleyên xirab ên di bin çavan de lêkolîn bike, Midûryeta Giştî ya Polîsan ji hemû yekîneyên girêdayî xwe re fermanameya "Veşarî" şand û xwest şopên îşkenceyê bên winda kirin. Fernamameya "Veşarî" ya bi îmzeya Sermufetîşê Mulkiyeya Midûryeta Giştî ya Polîs û Alîkarê Midûrê Giştî yê Polîsan Alî Başturk hatiye şandin, tê gotin dibe CPT serlêdaneke spotane pêk bîne, ji ber wê jî divê li gorî şertên binçavkiyê sererastkirinek bê kirin. Di fermanameyê de agahiyên di dema operasyonên hewldana derbeyê di derketin pêş û di raya giştî de gelekî hatibûn nîqaşkirin hatin bi bîr xistin. Li Wezareta Karên Derve civîn pêk hat Di 25'ê Tebaxa 2016'an de li Wezareta Karên Derve "Civîna Koordînasyonê" hat li darxisitn û hat diyar kirin dê di navbera 28'ê Tebaxê û 6'ê Îlonê CPT li Tirkiyeyê ziyaretekî pêk bîne, divê ev serlêdana spotane li tevahiya Tirkiyeyê bê kirin. Ji ber vê hat xwestin şopên muameleyên xirab ji bolê bên rakirin. Fermanameya 'veşarî' wiha ye Fermanameya "Veşarî" ya midûryeta polîsan a berî ku duh êvarê bê girtin ji hêla Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors ve li ser hesabê xweyî Twîtterê perve kir wiha ye: "Li welatê me di dîroka 15/07/2016'an de li ewlatê me hewldaneke derbeyê pêk hatiye li gorî lêkolînên ku hatine kirin hin saziyên netewî û navneteweyî bi hin daxuyaniyan ev mijar di çapemeniyên biyanî de bûne nûçe, der barê kar û karên hatine kirin de di dîroka 01/08/2016'an de li Wezareta Edaletê civîneke koordînasyonê hatine lidarxistin ev mijarên ku hatine nîqaşkiirn bi nivîskî hatine ragihandin. Vê carê di dîroka 25/08/2016'an de li Wezareta Karên Derve "Civîna Koordînasyonê" hatiye lidarxistin, hatiye diyarkirin ku dê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê di navbera dîrokên 28/08-06/09/20116'an de bê serdana welatê me û di dema serlêdanê de dibe li her cihekî welatê me serlêdanên spotane pêk bîne, di vê der barê de şertên binçavan çawa bê agahiyên şênber hatine diyarkirin. Di vê çarçoveyê de qasî ku pêwîst dike bila tesîsên werzîşê û hwd. neyên bi kar anîn, divê li gorî qanûnên netewî û navneteweyî kar û karûbarên di binçavan de bên kirin, ev rewş bi baldarî li ber çavan bên giritn, li gorî şertên serlêdanê ev der bên sererastkirin; Tişta pêwîst rica dikim." (ms)