Li dijî noqteya polîsan çalakî 2016-09-09 11:48:01 ŞIRNEX (DÎHA) - Li dijî noqteya polîsan a li taxa Nûrê ya Silopiya êrîş pêk hat. Li gor agahiyên hatine bidestxistin di çalakiyê de birîndar û mirî hene. Li navçeya Silopiya Şirnexê li dijî Noqteya 52'emîn a Polîsan a li taxa Nûhê êrîş pêk hat. Li gor agahiyên hatine bidestxistin serê sibê li hember noqteyê çalakî pêk hatiye û di dema çalakiyê de teqînên mezin çê bûye. Piştî çalakiyê gelek ambûlans sewqî cihê çalakiyê hatine kirin, çavkaniyên herêmî aşkera kirin di çalakiyê de mirî û birîndar hene (kom/no/ms)