Li hemberî trênê êrîş 2016-09-09 14:00:51 MÛŞ (DÎHA) - Li bajarê Mûşê dema trên derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de 7 vagon ji rê derketin. Di saet 12:45'an de trêna sefera Tetwan-Elezîzê dikir dema li nêzî gundê Yorecîk ê girêdayî navenda Mûşê derbas dibû teqîn pêk hat.Di encama teqînê de 7 vagonên trênê ji ser rêya hesin derketin. Der barê mirin û birindaran de agahî nihatin wergirtin. Hate diyar kirin ku li herêmê operasyon hatiye destpêkirin û ji bo rakirina 7 vagonan xebat hat destpêkirin. (ot)