Şaredarê AKP'î îstîfa kir 2016-09-09 15:14:55 NAVENDA NÛÇEYAN (DİHA) - Şaredarê bajaroka Buyukkoy a navçeya Çayelî ya Rîzeyê Mustafa Kulunkoglu ji AKP û Şaredariyê îstîfa kir. Şaredarê bajaroka Buyukkoy a Rîzeyê Mustafa Kulunkoglu bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir ku ji ber fitne û fesadiya di nava AKP'ê de ew îstîfa dike. Kulunkoglu di daxuyaniyê de diyar kir ji ber bidestxistina koltixe ke di nava partiyê de îftira û fesadî derketiye lûtkeyê û anî ziman ku ji ber vê yekî zirar digihêje Serokomar Tayîp Erdogan jî û anî ziman ku ji ber hebûna Îrlandayiyên di hundirê AKP'ê de rewşa partiya wan gelekî nebaş dibe û got ku ew ji ber van pêkanînan îstîfa dike. Hêjayî gotinê ye ku beriya niha hin AKP'iyan Kulunkoglu wekî kesekî nêzî cemaeat Gulen pênase dikirin û gûman heye ku ji ber vê yekî îstîfa kiribe. (ot)