Tanrikulu: Em tirşikçiyên Bînalî nas dikin 2016-09-10 15:28:22 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Çalakiyên Şaxên Egîtîm Senê yên li dijî biryarnameya KHK'ê ya dûrxistina zêdeyî deh hezar kedkarên perwerdehiyê didome. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, Şaxa Egîtîm Senê ya Amede ziyaret kir û diyar kir ku ew tirşikçiyên li Amedê li ser sifreya Serokwezîr Bînalî Yildirim rûniştin û bûn sedemê dûrxistina mamosteyan nas dikin û navê tevan nivîsandine. AMED Piştî Serokwezîr Binali Yildirim gefa dê 14 hezar mamoste ji peyvirê bên girtin xwar hikûmetê zagona 672'an a KHK'ê Amade kir. Piştre bi piranî endamên Egitim Senê 11 hezar û 285 mamoste ji payvirê hatin girtin. Li dijî vê biryarê çalakiya rûniştinê ya Şaxa Egîtîm Sen'ê di roja 5'an de didome. 1'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê bi boneya biryara KHK'ê ya durxitina mamosteyan şermezar bike li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de endam û rêveberên Egîtîm Sen'ê amade bûn. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu çalakvan ziyaret kir û biryarnameya KHK'ê ya der barê mamosteyan de rexne kir. Tandikulu, anî ziman ku biryar dê li Dadgeha Qanûna Esasî paşve vegere u wiha got: "Li şûna hikûmet li dijî darbekaran şer bike, li dijî kesên demokrasî û aştiyê dixwaze şer dike. Piştî darbeya OHAL'ê biryarên KHK'ê xist meriyetê. Piştî Serokwezîr Bînalî Yildirim hat Amedê bi Tirşikçiyan re rûnişt. Tirşikçiyên li ser sifreya Bînalî rûniştin, di dûrxistina mamosteyan re rolekî mezin lîstin. Em hemû tirşikçiyan nas dikin û me ew li aliyekî nivîsandine." EDENE Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê bi civîna çapemeniyê zextên li ser endam û sendîkayê şermezar kir. Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Edeneyê Zeynel Kete, anî zimanku pêyî mafê kedkaran bê nasîn û li wan bê guhdarkirin ew ji peyvirê girtin û ev yek li dijî zagonan.e ENQERE Endamên Eniya Kedkaran ku ji Stenbolê hatin Enqereyê li Kolana Yukselê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta "Em ne kole ne, kedkar in, Em dê li ewlehiya karê xwe xwedî derkevin" vekirin û gotin "Roj li dijî faşizma berxwedanê ye. Roj roja ku em hemû ji bo hev bin e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nêzî 3 milyon kedkarên cemaweriyê hene û hemû bi keda xwe hatine vir û dê ji bo parastina mafê xwe û keda xwe heta dawî di ber xwe bidin. XERPÊT Li Xarpetê jî Serokê Şaxa Egîtîm Senê jî di navde 99 endamên sendîkayê ji peyvirê hatin girtin. (mae)