Li Tetwanê 5 mela ji kar hatin dûrxistin 2016-09-10 16:51:50 BÊDLÎS (DİHA)- Li navçeya Tetwanê ya Bêdlîsê 5 mela ji peywirê hatin dûrxistin. Hate diyar kirin ku melayên gundê Vartînîs, Pînkas, Wanîk, Zîxak û mezrika Kindiras ên girêdayî navçeya Tetwanê ji peywirê hatin dûrxistin. Navê melayên ku ji peywirê hatin dûrxistin wiha ne: Ramazan Guleryuz, Ramazan Bîlgî, Muslum Gunduz, Sedat Timaş û Bedrettin Pîral. Der heqê peywirgirtina melayan de tu hincet nihat nîşandan. (ot)