Ji bo Eylem Aktaş çalakî 2016-09-10 20:12:00 ENQERE (DÎHA) - Endamên Însyatîfa Em Eylem Aktaş Dixwazin li 3 cihên cuda çalakî li dar xistin û xwestin ku destûra radestkirina cenaze bê dayîn. Endamên Însyatîfa Em Eylem Aktaş dixwazin li Qada Tuzluçayir, Keçîoren û Dîkmenê yên Enqereyê ji bo şervana Hêzên Hevpar ên Azadiyê (BOG) Eylem Aktaş ku 3 meh berî niha di berxwedana Minbicê de jiyana xwe ji dest da û destûr nayê dayîn cenaze radestî malbatê bêkirin, çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Em Eylem Aktaş dixwazin" hat vekirin û diruşma, "Eylem Aktaş nemir e" hat berzkirin. (fd/eb)