‘Ji destê wî hatibiya dê ez jî bibirima çiyan' 2016-09-11 09:12:21 ÊLIH (DÎHA) - Dayîka endamê HPG'ê Kadîr Kaya Fatma Kaya ku li Dêrsimê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku kurê wê bi baweriyek mezin girêdayî çiyan bûye. Kaya wiha got: "Ji destê wî hatibiya dê ez jî bibirima çiyan. Ji ber ku bi hestek ji ya malbatê mezintir bi çiyan ve girêdayî bû." Endamê Hêzên Parastina Gel (HPG) Kadîr Kaya (Masîro Şoreş) ku di 22'yê tebaxê de li navçeya Qisleya Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li paş xwe serpêhatiyek lehengiyê hişt. Kaya di sala 1995'an de li Êlihê di malbatek welatparêz de ji dayîk dibe. Ji malbatek 9 zarokî yê 8'emîn e. Ji ber ku bavê wî di encama zordariya dewletê de dikeve girtîgehê, di zarokatiya xwe de têkoşînê nas dike. Kaya li aliyekê jî bi armanca alîkariya malbatê dixebit e. Kaya di heman demê de dildarek kurdî ye jî. Bi vê armancê li malê ji bilî temaşekirina qanalên kurdî, temaşekirina televîzyonê qedexe dike û dibe aboneyê Azadiya Welat. ‘Evîna Kurdistanê ew qas mezin bibû...' Dayîka Kaya, Fatma Kaya diyar dike ku kurê wê kesek gelek êmin bûye û Qadîr wiha vedibêje: "Heval û hogirên wî gelek jê hez dikir. Lê evîna Kurdistanê we dorpêç kiribû. Her tim ev yek ji me re digot. Lê min jî digot evînek ciwaniyê ye, dê derbas bibe. Lê evîna Kurdistanê ew pas mezin bibû, ew li dû evîne xwe çû. Ku ji destê wî hatibiya dê ez bi vê pîrbûna min jî bi xwe re bibira." ‘Dê her tim di dilê min de bijî' Kaya destnîşan dike ku kurê wê li hemberî zilmê riya herî baş tercîh kiriye û wiha didomîne. "Azadî hîs dikir, ji ber wê çû çiya. Heta serê sibê ez li benda wî dimam û xew nediket çavên min. Dilê min şewitî û ew dê hertim di dilê min de bijî. Ez her roj diayan ji bo kurê xwe û yên wekî kurê min ji bo vê evînê derketine çiyan, dikim. Kurê min nemir bû lê her tim di dilê min de bijî." ‘Xwezî kurê min piştî Kurdistana azad dît...' Kaya dibêje ku kurê wê di asta ji bo Kurdistana azad her tiştî bike de leheng bûye û van gotinan rêz dike: "Lê min qasî wî fam bikin, ew nas nekiriye. Min her tim digot ku ciyekê ve naçe. Lê wî xwe ji bo Kurdistanê feda kir û bersiva min heq kirî, da min. Ez bi çûyîna wî serbilind im. Ji ber ku kurê min laîqî vê şerefa bilind bû. Ev yek nîşanî herkesê da. Xwezî kurê min azadiya Kurdistana bûyî evîndarê wê bidîta û piştre..." (eb)