Li Kurdistanê înternet û xetên telefonan hatin qutkirin 2016-09-11 10:23:02 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di saetên serê sibehê de li tevahiya Kurdistanê xetên telefonan, înternet û 3 G înternet hat qutkirin. Piştî ku di saetên serê sibehê de bo 28 Şaredariyan qeyûm hat tayînkirin li gelek bajar û dehan navçeyên Kurdistanê înternet hat qutkirin. Hate zanîn ku li gel qutkirina înternetê xetên telefonan jî naxebitin. Der heqê sedema qutkirina înternet û xetên telefonan de heta niha ji saziyên dewletê ve tu daxuyanî nihatin dayîn. (ot)