Qedexeya li navçeyên Licê, Hêne û Karazê hat rakirin 2016-09-11 11:51:01 AMED (DÎHA) - Qedexeya derketina kolanan a li 13 taxên navçeyên Licê, Hêne û Karazê yên Amedê ku di 9ê Îlonê de hatibû îlankirin bi biryara Walîtiya Amedê hat rakirin. Walitiya Amedê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku qedexeyên li 13 taxên Licê, Hênê û Karazê ku di 9'ê îlonê de hatibû danîn hatiye rakirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li navçeya Licê li taxên Guçlu, Gokçe, Ziyaret, Uçari, Serînce, Çagdaş, Kayacik û Esenlerê, li navçeya Hêne li taxên Qirim, Gomeç û Yayvanê û li Karazê jî li taxên Şaklat û Yazikoyê ji 11ê îlonê roja yekşemê şûnde qedexeyên derketina kolanan hatine rakirin. (ot)