Li Colemêrgê pevçûn qewimî 2016-09-11 15:11:48 COLEMÊRG (DÎHA) - Piştî tayînkirina qeyûmê ya bo Şaredariya Colemêrgê îro Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz û Şaban Alkan hatin ber avahiya şaredariyê. Hevşaredarên bajarê Colemêrgê Fatma Yildiz û Şaban Alkan ji bo tayînkirina qeyûmê protesto bikin hatin ber avahiya Şaredariyê û xwestin bikevin hundirê avahiyê. Hevşaredarên ku bi vîna gel hatin hilbijartin rastî astengiya polîsan hatin û destûra ketina hundirê avahiyê nihat dayîn. Li ser vê yekê herdu hevşaredar û sedan welatî li ber avahiya Şaredariyê kombûn. Polîsên ku derdora avahiya şaredariyê dorpêçkiribûn bi ava şid û bombeyên gazê mudaxaleyî gel kirin û li ser vê yekî li bajêr bûyer derketin. Di mudaxaleya polîsan de 4 kes hatin binçavkirin. Ligel binçavkirina welatiyan sedan kesên li derdora şaredariyê kombûn ji ber şaredariyê veneqetiyan û tayînkirina qeyûmê şermezar kirin. (ot)