'Zagonên vîna gel nas neke, em jî nas nakin' 2016-09-12 13:29:21 AMED (DÎHA) - Saziyên sivîl qayûm avêtina ser şaredariyên DBP'ê şermezar kirin. Hevseroka DÎSK'ê ya Şaxa Hejmar 1 Zeynep Demîr Akçer diyar kir ku zagonên ku vîna gel, rêveberiyên herêmî naz neke, ew jî naz nakin. Şaxa Tumbel-Senê ya Amedê, Şaxên Hejmar 1 û 2 ên Gîştî yên DÎSK'ê, Belçad-Sen, TMMOB ÎKK û Şaxa Îş-Amed ya Şaredariyê bi civîna çapemeniyê qeyûma li dijî 24 jê şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 28 şaredariyan şermezar kir. Civîn li avahiya Tumbel-Senê pêk hat. Di odeya civîn pêk hat de, pankarta "Dest nede vîna min" hat daliqandin. 'AKP bê hiqûqiyê dike' Di civînê de Hevseroka DÎSK'ê ya Şaxa Hejmar 1 Zeynep Demîr Akçer axivî û diyar kir ku AKP'ê li gor ku dizane ev pêkanîn di makezagona 12'ê îlonê de jî tuneye, bi wêneyê ku di meclîsê de her çar partiyan pejirandî dide û hileyê li hîqûqê dike. Akçer anî ziman gel di hilbijartinan de bi keda xwe şaredarî bi dest xist, AKP bi qeyûm û rantê dixwaze ji gel bigire û wiha axivî: "AKP dixwaze demokrasî û hiqûqê ji holê rake dest dayne ser şaredariyan. Ev pêkanînên AKP û Serokomar dike, li dijî makeqanûnê ye." 'Em ê qanûnên nû nas nekin' Akçer destnîşan kir ku ew dê bi gelê xwe re xwedî li şardariyên derkevin û ji bilî vîna gel tû rêveberiyan naz nakin û wiha pêde çû: "Zagonên ku vîna gel nehesibîne, rêveberiyên herêmî nas neke, em jî nas nakin." Akçer got ku ew serî li ber van polîtîkayan netewînin û dê serî hemû riyên hiqûqî bidin. 'Di dîrokê de her tim êrîşî kurdan kirin' Piştî Akçer Sekreterê Giştî yê Tumbel-Senê Ferît Epozdemîr jî anî ziman ku heta niha di dîrokê de her tim êrîşî saziyên kurdan kirine, ev qeyûm li hemberî şaredariyên alternetîf ên demokratîk in û ew ê xwedî li van şeredariyan derkevin. (bî-mg/ms)