Şaredariya Sûrê di bin dorpêçê de ye 2016-09-12 13:29:56 AMED (DÎHA) - Şaredariya Sûrê ya ku duh qeyûm hat avêtin di bin dorpêçê de ye. Şaredariya navçeya Sûrê ya Amedê piştî ku duh bi qeyûmê dest danîn ser, heta niha di bin dorpêça polîsan de ye. Derdorê wê bi bariyerên polîsan hatiye dorpêçkirin, wesayîtên zirxî, TOMA, hêzên çevîk derûdora şaredariyê girtine. (kom/ms)