Endamê Meclîsa DBP hat binçavkirin 2016-09-12 14:04:27 ŞIRNEX (DÎHA) - Polîsan di serdegirtina malan de endamê Meclîsa DBP'ê Bilal Aydin binçav kir. Endamê Meclîsa Bilal Aydin li Cizîrê hat binçavkirin. Polîsan duh bi ser malan de girt û endamê Meclîsa DBP'ê Yunus Durdu, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdeniz hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de Bilal Aydin jî hatiye binçavkirin. Destûr nedan ku parêzer biçin kesên hatin binçavkirin bibîne. (mae)