Ev jî nelêrêtiya qeyûma wan e! 2016-09-12 15:04:08 WAN (DÎHA) - Piştî AKP'ê qeyûm avên ser Şaredariya Erdîşê, 187 karkerên di serdema AKP'ê de ji kar hatibûn avêtin, ji berdêla 500 TL'yî xwestin wan bigirin kar. 187 karkerên di sala 2014'an a serdema AKP'ê de di Şaredariya Erdîşê de dixebitîn, ji ber li gorî rêgeza 5 neh 29 roja tevnegeriya bûn ji kar hatibûn avêtin, piştî qeyûma AKP'ê ya dawî bi berdêla 500 TL'yî xwestin careke din wan bigirin kar. Hat diyar kirin Serokê Ocaxa Osmaniyan a Erdîşê Naîl Înan bi xwe bi karkeran re axiviye û ev tişt got: "Piştî qeyûm hat şaredarî dîsa di destê me de ye. 500 TL'yî bidin careke din vegerin karên xwe." 'Telîmata Fatîh bey e' Karkerekî der barê mijarê de axivî û nexwest navê xwe bêje, Înan li wî jî geriya ye pere xwestiye û ev tişt got: "Min got a hûn dibên pêk neyê? Wî jî bersiva 'Min ev telîman raste rast ji Serokê me Fatîh beg girt.' Wer dixwiyê dê bi mijarê re Çîftçî mijûl bibe." ‘Qaşo pereyê parêzer e’ Me der barê mijarê de bi telofonê xwe gihand Înan, der barê îdiayên mijara gotinê de Înan ev tişt got: "Ji bo ev karker vegerin karên xwe me ji bo wan parêzer girt. Ev pere dê ji bo parêzeran bê dayîn." Hat diyarkirin Înan ji hin karkeran ev pere berhev kiriye jî. (ms)