Ocalan peyama aştiyê hikûmetê peyama şer da 2016-09-12 17:38:45 ENQERE (DÎHA) - Di Cejna Qurbanê de ligel ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 2 salin di bin tecrîda giran de dijî di yekem hevdîtina xwe de peyama aştî û çareseriyê da. Lê AKP'ê peyama berdewamiya şerê li dijî kurdan da. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 2 salên tecrîda giran duh yekem car bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevditin pêk anî. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku heta niha her tem ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk gav avêtiye, dîsa di peyama xwe ya ewil de got "Ez ji bo çareseriyê amade me. Ger ku dewlet bixwaze û heyetê bişîne dê pirsgirêk di 6 mehan de çareser bibe. Ocalan got ya pêvajo xera kir dewet bû û wiha got; "Yê ku pêvajoya çareserî û aştiyê xera kir ne kurd dewlet e. Diviya bû di nava 15 rojan de heyet hatibûya. Lê heyet nehat û pêvajo hat xerakirin. Projeyên me hene. Ger ku hikûmet û dewlet gavan bavêje dê di nava 6 mehan de pirsgirêk çareser bibe. Ocalan aştî, AKP şer dixwaze Her çend AKP'ê pêvajo xelas kir û rê li pêş heyeta Îmraliyê girt jî dîsa wek berpirsiyarê şer gelê kurd nîşan da. Di Cejna Qurbanê de dîsa AKP'ê li dijî peyama Ocalan peyamê şer da. Serokomar qeyum û desteserkirina vîna gel parast û got "Ev gavek derengmayî bû." Serfermandarê Artêşê Hulusi Akar jî di ziyareta leşkeran de got "Heta yek terorîst bimîne nobet û şerê li ser sînor dê bidome" û peyama şer da. Serokwezîr Bîn Alî Yildirim jî got "Tayînkirina qeyûm tenê bi 28 şaredariyan bi sînor namîne. (mae)