Ji bo bajarê Hatayê hişyariya lehiyê 2016-09-13 09:48:15 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Midûriyeta Meteorolojiyê ya Giştî ji bo bajarê Hatayê hişyariya lehiyê kir. Midûriyeta Meteorolojiyê ya Giştî bi daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe aşkere kir ku, dibe îro li bajarê Hatayê ji ber barana zêde lehî rabe. Midûriyetê welatiyan hişyar kir û destnîşan kir ku dê îro di navbera saet 06:00-18:00'an de lehî rabe û xwest tedbîr û ewlehiya xwe bigirin. (ot)