Wekî Kurdî tehamulî Ermenîkî jî nekirin 2016-09-14 10:43:07 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Skandalên qeyûmên ji hêla Hikûmeta AKP'ê ve hatin tayînkirin didomin. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê tabelaya ku bi zimanên Tirkî, Kurdî û Ermenîkî hatibû nivîsandin hat rakirin û piştî zimanê Ermenîkî jê hat birin careke din hat daliqandin. Piştî li navçeya Giyadîn a Agiriyê tabelaya Kurdî hatibû rakirin niha jî derket holê ku Qeymeqamê navçeya Dêrîk a Mêrdînê Muhammed Fatîh Safîturkê bo Şaredariya Dêrikê wekî qeyûm hat tayînkirin tabelaya ku bi 3 zimanên wekî Tirkî, Kurdî û Ermenîkî hatibû nivîsandin rakir û piştî nivîsa Ermenîkî ji tabeleyê hat jêbirin, tabelaya bi zimanê Tirkî û Kurdî hatibû nivîsandin li ser deriyê Şaredariyê daliqand. Piştî tabela hat daliqandin detayek din jî derket holê û hat dîtin ku tabelaya ku bi rengên kesk, sor û zer hatibû boyaxkirin vê carê jî bi rengên şîn, sipî û sor hatiye boyaxkirin. Di dema daliqandina tabelayê de polîsan bi wesayitên zirxî derdora şaredariyê dorpêç kirin. Hêjayî gotinê ye ku li navçeya Dêrikê dêra bi navê Kevork heye û li navçeyê hin malbatên Ermenî jî dijîn. Rayedarên DBP'ê ku pirçandî û pirzimaniyê diparêzin tabelaya şaredariyê bi 3 zimanan nivîsandibûn. (ot)