Li Şapatanê derketina kolanan hat qedexekirin 2016-09-14 16:08:43 COLEMÊRG (DÎHA) - Li gundê Şapatan a Şemzînanê derketina kolanan hat qedexekirin. Piştî li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê Berendamê Wekîltiya Colemêrgê yê AKP'ê Ahmet Budak di êrîşa çekdarî de hat kuştin, li gundê Şapatan a 2 kîlometre dûrî navendê ye 3 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Qedexe da aparloyên mizgeftê de hat îlankirin, leşker û polîsan dor li gund girt. (ms)