Nobeda li Şemrexê di roja 3'yan de didome 2016-09-14 18:08:10 MÊRDÎN (DÎHA) - Gelê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê û xebatkarên şaredariyê ev 3 roj in li ber şaredariyê li hemberî tayînkirina qeyûmê çalakiyê rûniştînê dan destpê kirin. Çalakiya di serê sibehê de destpê dike heta derengiya şevê didome. Gelê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê û xebatkarên şaredariyê ev 3 roj in li ber şaredariyê li hemberî tayîn kirina qeyûm çalakiyê rûniştînê dan destpê kirin. Dem dem hêzên dewletê bi pêkûtiyên xwe çalakvanan tacîz dikin û ligel hemû hewildanan gel dev ji çalakiyan xwe bernade. Li cihê çalakiyê pankrta "Em bi hilbijartinê hatinin em ê bi hilbijartinê biçin" û "Derbeya li ser vîna me nayê qebûl kirin" hat daliqandin. Dê qeyûmê nasnekin Hevşaredar Necla Yildirim bertek nişanî qeyûmê da û wiha axivî: "Em bi vîna gelê xwe hatin ser kar. Tu kes ji bilî gelê me nikarin me ji vir derxe. Heta gel nexwaze em dev ji peywira xwe bernadin. Tu xebatkarê me bila naçin bi wan derbekaran re naxebitin. Em tu carî serê xwe li ber wanan jî natewînin û qeyûmên wan jî nas nakin." (kom/ms)