Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin 2016-09-17 09:06:36 BÛRSA (DÎHA) - Karkerên demsalî yên ji ber polîtîkayên dewletê ji Kurdistanê koç bûne li navçeya Yenişehir a Bûrsayê di nava zeviyan de bi keda erzan, barê herî giran dikin. Karker di bin germahiya herî zêde û şertên herî giran de kar dikin û amadekariyên debara zivistanê dikin. Karkerên kurd ên ji Kurdistanê bi darê zorê koçî bajarên Tirkiye bûn, ji bo debara xwe bikin di nava zeviyan de di nava şertê giran û bi keda erzan dixebitin. Karkerên demsalî, li navçeya Yenişehir a Bûrsayê di nava zeviyan de bi keda erzan, barê herî giran dikin. Karker di bin germahiya herî zêde û şertên herî giran de dixebitin. Karker ji rojhilat hetarojava di nava zeviyan de dixebitin. Karker rojê zêdeyî 12 saetan di bin germa zêde de neçar dimînin ku bixebitin. Karker, di nava rojê de berî nîvro û esir navbera çayê didin û 15 dk bêhna xwe didin. Nanê nîvro jî bi hevre çêdikin û bi hevre dixwin. Ji ber di nava zeviyan de dixebitin xwarina xwe li bin siya daran dixwin. Di saeta nîvro de hin jê li bin siya daran bêhna xwe didin û hin ji wan jî li bin siya daran kom dibin û têkildarî geşedanên rojê niqaş dikin. Karkera herî biçûk a 7 salî Ayşenur Ay ji bo karkeran çavkaniya moral e. Ji ber ku di nava rojê de kes li mal namîne, neçar e li gel dayika xwe bê nava zeviyê û bi karkeran re roja xwe derbas bike. Ayşenur Ay hin caran bi destê xwe yê biçûk alîkariyê dide dayika xwe û îsotan kom dike. Karkera 18 salî Hîlal Arî ku ji navçeya Qoserê hatiye Bûrsayê, piştî Zanîngeha Kocatepe ya Afyonê qezenç kir, hewl dide pereyê zanîngehê bi dest bixe. Hilal Arî, rojê 12 saetan îsotankom dike û hewl dide heqê zanîngehê qezenç bike. Arî, diyar kir ku ev karekî pir zor û zahmet e û ji bo zanîngehê bixwîne mecbûre vî karî bike. Arî da zanîn ku ji ber kurd hemû bi hevre kolektef dixebitin rojên wan li gel zahmetiya kar dîsa xweş derbas dibe. Arî da zanîn ku ji ber ew warê xwe terk dikin û tên li xerîbiyê bi keda erzan dixebitin hestek gelek dijwar e. Welatiya 51 salî Perdeneşin Kaya ku 16 salin di nava zeviyan de dixebite. Kaya, anî ziman ku karê zeviyan ji bo wan gelek zor û zahmet e û bi kedek erzan dixebitin. Kaya, anî ziman ku di nava zeviyê de di bin germa roje de pir zor û zahmetiyan dijîn, lê neçarin ji bo debara malbatê vî karî bikin. Kaya, da zanîn ku ger li welatê xwe bûna û derfetên kar hebûya dê li welatê xwe kar kiribûna. Xwendekarê liseyê Bariş Keleş ê 15 salî jî diyar kir ku ji bo debara malbatê û lêçûna dibistanê neçar e vî karê zor û zahmet bike û bi kedek pir erzan karê herî dijwar dikin. (mae)