Polîsan hard dîskên Şaredariya Farqînê desteser kir 2016-09-17 14:38:25 AMED (DÎHA) - Polîsan hard dîskên kompîtoran ên Şaredariya Farqînê desteser kirin. Dorpêça li derdora şaredariya Farqînê ya ku ji aliyê hikûmetê ve hat desteserkirin didome. Li aliyê din jî polîsan li hûndirê avahiya şaredariyê li odeyan lêgerîn pêk anî. Di lêqerînê de polîsan hard dîskên kompîtoran bi hinceta “Bi armanca lêkolînê” desteser kirin û ligel xwe birin. İktîdara AKP'ê di 11'ê Îlonêde li gel Şaredariya Farqinê 24 şaredariyên DBP'ê qeyûm tayîn kiribû. (bg/mae)