Hêzên tirk dîsa komkujî pêk anîn 2016-09-17 22:30:53 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Artêşa tirk dîsa êrîşî herêmêm Şehbayê kir û komkujî pêk anî. Li gorî nûçeya ANHA'yê malbatek bi tevahî û 2 zarok hatine qetilkirin. Li gorî çavkaniyeke leşkerî artêşa tirk bi topan gundê Qerekor ê li herêma Şehbayê hedef girt. Di encama êrîşan de ji malbata Cuma Mihemed Elî ku bi navê Cûma Cilleq tê naskirin û ji 4 kesan pêk dihat, hemûyan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat diyarkirin ku di êrîşê de 2 zarokên gund jî hatine qetilkirin. Heman çavkaniyê ragihand ku komên girêdayî Tirkiyeyê bêyî ku di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de şer derkeve derbasî gundên Tat Humis û Qentera yên li herêmên Şehbayê bûn û gund dagir kirin. (ms)