Gelê Wanê dê sibê dakeve kolanan 2016-09-18 19:07:00 WAN (DÎHA) - Hevserok û hevşaredarên DBP û HDP'ê bi boneya tayinkirina qeyûmê şermezar bikin dê 2 rojan dest ji kar berdin û çalakiyan pêk bînin. Hevşaredaran bang li gel kirin ku tev li daxuyaniyên wan bibin. Hevserokên DBP'ê û HDP'ê û Hevşaredarên DBP'ê bi boneya tayinkirina qeyûmê ya 24 şaredariyên DBP'ê şermezar bikin dê sibê li dijî tayînkirina qeyûmê daxuyanî bidin çapemeniyê. Hevşaredarên DBP'ê yên Wan û navçeyên Wanê bang li gel kirin ku sibê tev li daxuyaniya wan bibin û piştgiriyê bidin çalakiyan. Li wanê sibê saet di 13:00 an de li Kolana Hûnerê ya Rêya Armûşê ya Wanê dê bi girseyî daxuyanî bê dayîn. Di çalakiyê de hevserok û rêveberên DBP û HDP, hevseroka KCD'ê Leyla Guven, parlementerên HDP, hevşaredar, endamên meclîsên şaredariyan, xebatkarên şaredariyan dê beşdar bibin. hevserokan ji gelê Wanê xwest ku sibê saet di 13:00 an de li Parqa Hûnerê beşdarî daxuyaniya wan bibin. (era/mae)