Toz û xwelî jî li şûna Navenda Trafîkê nema 2016-09-19 11:09:04 AMED (DÎHA) - Piştî gerîlayên HPG’ê li dijî Navenda Venêrîna Trafîkê ya li sêrêya Amed, Mêrdîn û Êlihê çalakî pêk anîn li şûna avahiyê toz û xwelî jî nema. Di 15'ê Tebaxê de gerîlayên HPG'ê li dijî avahiya Navenda Vênerîna Trafîkê ya li sêrêya Amed, Mêrdîn û Êlih çalakiya bi wesayîta bombeyî pêk anî bû. Piştî çalakiyê li dijî avahiya Navenda Vênerîna Trafîkê gelek polîs miribûn û birîndar bûbûn. Her wiha avahî bi giştî hatibû rûxandin û ketibû rewşek nayê bikaranîn. Cihê avahiya hat rûxandin mehek e bi maşîneyên kar dihat paqijkirin. Navenda ku bûbû kavil mabû, piştî molozên avahiya hatin paqijkirin niha jî li cihê avahiyê toz û xweliya wê jî nema. Balkêş e ku cihê avahiyê bi axê hat nixumandin. (ozp/bg)