Şaredariya gel bi şekiran, şaredariya qeyûmê bi çekan gel pêşwazî dike 2016-09-19 12:01:40 AMED (DÎHA) - Polîs li Şaredariya Sûrê ya hat desteserkirin gel bi çekan pêşwazî dike. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî gel bi şekiran pêşwazî dikin. Hevşaredarê Silopiya Seyfettîn Aydemîr jî li dijî desteserkirina şaredariyan diyar kir ku ew dê tu caran qeyûmê nas nekin û bi wan re nexebitin. Gelê Pirsûsê jî li dijî qeyûmê daket kolanan. Piştî ku di 11’ê îlonê de bi KHK ji aliyê hikûmeta AKP ve keyûm tayînî 24 şaredariyên DBP’ê kir, hemû şaredariyên gel di bin dorpêça hêzên dewletê de ne. Yek ji van şaredariyan jî Şaredariya Sûrê ye. Avahiya şaredariya Sûrê bi maşîneyên zirxî, polîs û bariyeran hatiye dropêçkirin. Ligel ku îro mesayiyan destpêkir jî lê dîsa şaredarî di bin dorpêçê de ye. Xebatkarên şaredariya Sûrê serê sibehê ku çûn kar di ketina avahiyê de ji aliyê polîsan ve di lêgerîna polîsan de derbas dibin û navê wan tê lêpirsîn. Welatiyên ku ji bo karê xwe jî diçin şaredariyê bi hinceta “Xebat tune” ji aliyê polîsan ve tên zivirandin. Hemû alavên şaredariyê jî ji aliyê polîsan hatine desteserkirin. Şaredarê qeyûm bi çekan dikeve şaredariyê Alîkarê Waliyê Amedê Bîlal Ozkan ê bi qeyûmê tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, bi alîkariya parazvanê bi çek û gelek polîsan çû şaredariyê. Ozkan piştî demek di hûndir de ma carek din ligel parêzvanê bi çek derket. Li Sûrê bi çekan li Bajarê Mezin bi şekiran Li Şaredariya Sûrê ya hat desteserkirin gel û xebatkar bi çekan tên pêşwazîkirin, lê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di xizmeta gel deye welatî û xebatkar di têketina şaredariyê de bi şekirên reng û reng tên pêşwazîkirin. Ev dîmenê bi pêşwazîkirinê yê çek û şekiran hemû pêkûtî û zordestiyê dide nîşandan. SÎLOPYA Li navçeya Silopiya Şirnexê bi tevlîbûna Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encû, hevşaredarên Silopî Emîne Esmer û Seyfettîn Aydemîr, hevserokên HDP û DBP'ê yên navçeyê, endamên meclîsa bajêr û şaredariyê bi dehan welatî tevlî daxuyaniya şermezarkirina desteserkirina şaredariyan bûn. Hevşaredarê Silopiya Seyfettîn Aydemîr daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê hatî dayîn xwend û diyar kir ku ew dê tu dem kesên hatîne tayînkirin nasnekin û bi wan re nexebitin. Aydemîr da zanîn desteserkirina şaredariyan derbeya li hember vîna gel e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di hilbijartinan de AKP jî bi me re ket hilbijartinê û bi piştgiriya gelê xwe em bi ser ketin. Tişta ku AKP niha dike derbeya li hember hilbijartin û vîna gel e. Yên ku her roj derdikevin û vîna gel diparêzin îro derbe li vîna gel didin. Ne em, ne jî gelê me vê yekê tu dem qebûl nake." Aydemîr herî dawî got ku ji bo wan tu wateya van pêkanînan tuneye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo me tu derbasdariya van memûran tuneye. Em kesên ku vîna gel desteser kirîn nasnakin û bi wan re naxebitin. Em ji vir bang dikin. Ji şaşiya xwe vegerin û şaredariyên gel cardin radestî gel bikin." Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu jî bi lêv kir ku AKP dixwaze bi desteserkirina şaredariyan vîna gel û hilbijartiyên gel bêxe bin bandora xwe de û wiha axivî: "Bi vê yekê dixwazin vîna gel desteser bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi van kesan re nexibitin û wan esas negirin." Daxuyanî bi diruşma, "Êrîşên we me têk nabin" û çepikan bi dawî bû. PIRSÛS Gelê Pirsûsa Rihayê jî li dijî tayînkirina qeyûmê çalakî û berxwedana xwe berdewam dike. Gelê Pirsûsê li gel hevşaredar û xebatkarên şaredariyê bi girseyî çûn Şaredariyê û xwestin têkevin şaredariyê. Lê Girse 50 metre dûrî şaredariyê li pêş Mala Mamosteyan bi barîkata TOMA, maşîneyên zirxî yên polîsan hatin rewastandin. Gelê Pirsûsê ku rastî barîkata polisan hatin, dikanên xwe girtin û li pişt barîkatan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Komê pankarta "Em qeyûmê naxwazin, bijartiyên gel dixwazin" vekir û çalakiya xwe berdewam dikin. Hêjmara çalakgeran her ku diçe zêde dibe. (kom/mae)