Li hemberî taxê dijminitaya hilbijartinê 2016-09-20 10:01:27 WAN (DÎHA) - Şaredariya Westanê ya AKP'ê riyên taxên ku deng dane wan bi kevirên parkeyê ve daye çêkirin lê taxa Selîmiye ya ku bi piranî welatiyên welatparêz dijî jî terkî qedera xwe kir. Li Wanê ku di hilbijartinên 30'ê Adara 2014'an de BDP'ê ji sedî 54.14 deng girt dijminatiya AKP'ê ya hilbijartinê didome. Şaredariya Westanê ku ji 2 şaredariyên AKP'ê yek e li taxên Elmali, Pinarbaşi, Hişet, Karşiyaka, Bahçelîevler û Orta riyên cada û kolanan çêkir lê li taxa Selîmiye ku gelek welatî dijîn terkî qedera xwe kir. Li taxa ku piranî welatiyên welatparêz dijîn dema ku baran dibare rê di nava heriyê de dimîne. Şaredarê Westanê Sînan Hakan ê AKP'î û xizmên wî piranî li taxa Hişetê dijîn û li vê derê riyên cade û kolanan bi kevirên kilîtê yên parkê ku gelek buhaye hatine çêkirin. Ev xebata ku bi fermana Hakan hate çêkirin bû sedema nerazîbûnên gel û welatiyên li taxa Selimiyeyê dijîn diyar kirin ku ji ber ku di hilbijartinan de deng nedane AKP'ê riyên wan nayê çêkirin. Welatiyan diyar kirin ku dema ku berf û baran dibare riya ax dibe herî û wiha gotin: "Dîsa helbijartin çêbibe em ê deng nedin AKP'ê. Taxên ku xizmên wan dijîn heta hundirên malan çêkirine lê li taxa herî mezin a navçeyê hê jî rê tuneye. Niha ji ber ku berf û baran nabare em bi şans in tenê toz heye lê sibehê dusib ev der dê bibe herî. Divê ev polîtîkayên cudakar bi dawî bibin." (sa)