DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji bo pirtûkên kurdî û dîroka kurdan eleqeya mezin

 
16 Çile
09:01 2016

ZEYNEL BULUT

AMED (DÎHA)
- Weşanxaneya Aramê li 9’emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovaya Edeneyê rastî eleqeyek mezin tê. Edîtor û xebatkarê Aramê Mehmet Çakmak diyar kir ku eleqeyeke taybet ji bo pirtûkên kurdî û yên gerîlayan heye.

Weşanxaneya Aramê ji 9’ê çileyê û vir ve standa xwe li 9’emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovaya Edeneyê vekiriye. Arama bi tevlibûna sedan pirtûkên kurdî û tirkî deketiye pêşberî xwendevanên xwe. Weşanxaneya Aram li fûarê rastî eleqe û kêfxweşiyek mezin tê.
Li standa Weşanxaneya Aramê bi dehan pirtûkên kurdî hene. Bi taybetî bîranîn, serpêhatî, roman û rojnivîskên gerîlayan, helbest û romanên kurdî. Dîsa berhema nivîskar Ehmed Huseynî ku ji hemû berhemên nivîskar pêk tên cihe xwe digre.

Ligel pirtûkên kurdî pirtûkên bi zimanê tirkî yên ji Parastina Gelekî û seta ku ji 5 cîldên parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, seta Akademiya Zanîstên Civakî, 3 cîldên ji pirtûka Sakîne Cansiz a ‘Jiyana min her şer bû’, pirtûka Destpêka Jîneolojiyê, seta bîranên gerîla ku ji 5 pirtûkan pêk tê, pirtûka Nelson Mandela ya ku pêşgotina wê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nivîsandiye jî di nav de 9 pirtûkên nû û bi sedan pirtûk hene. Edîtor û xebatkarê Wêşanxaneya Aramê Mehmet Çakmak diyar kir ku weşanxaneya wan di fuarê de rastî eleqeyek mezin tê û ew ji vê eleqeyê gelekî kêfxweş in.

Eleqeya ji bo pirtûkên kurdî zêde ye

Çakmak da zanîn ku li fûara Edeneyê eleqeyek mezin ji bo berhemên kurdî hene û ev jî wan gelekî kêfxweş dike. Çakmak di nav berhemên kurdî yên ku herî zêde rastî eleqeyê tên de jî ev agahî da: “Ji aliyê kurdî ve berhemên nivîskar Ehmed Huseynî eleqeyek baş dibîne. Li standa me nema me carek din xwest. Dîsa ji bo ferhengên kurdî daxwazek zêde heye. Ferhengên kurdî jî di destên me de neman me ew jî carek din ji bo xwendevanên xwe xwest.”

Berhemên sereke

Çakmak diyar kir ku ew ne li bendê bûne ku bi taybetî berhemên kurdî ewqas rastî eleqeyekê bên, lê eleqeyeke mezin çêbûye sedama vê yekê bi berxwedan, têkoşîn û destkeftiyên gelê kurd ve girê da. Çakmak got ku xwedîderketineke baş a li zimanê kurd tê xuyakirin. Çakmak destnîşan kir ku di nav xwendekarên ku pirtûkan dikirin bi awayekî berbiçav tê xuyakirin ku meraqek zêde li ser berhemên gerîlayan heye û got: “Berhemên ku em dikarin bêjên herî zêde tên xwestin û yên rastî eleqeya sereke tên berhemên gerîlayan in. Bêhtir romanên kurdî, serpêhatî, bi taybet dema di romana ku gerîla tê de be gelek tê xwestin.”

'Pirtûkên Ocalan gelekî tên xwestin'

Çakmak hin berhemên ku zêde tên xwestin û pirsîn jî wiha bi rêz kir: “Biranînên gerîla gelek tê xwestin. Berhemên Rojbîn Perîşan gelek tên xwestin. Eleqeya wêjeya kurdî jî zêde xuyadibe. Pirtûka Nelson Mandela tên pirsîn û firotin. Pirtîkên Mandela di destên me de neman, me carek din xwest. Dîsa pirtûkên derbarê pêvajoyê de rastî eleqeyeke mezin tên. Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe yên herî zêde tên xwestin, firotin û rastî eleqeyeke taybet a xwendevanan tên. Dîsa ligel parêznameyê Ocalan seta Akademiya Zanîstên Civakî em dikarin eleqeyek taybet dibîne. Xwendekar jin û ciwan jî bi taybetî 3 cîldên ji pirtûka Sakîne Cansiz a ‘Jiyana min her şer bû’, pirtûka Destpêka Jîneolojiyê dipirsin û distînin. Pirtûka Destpêka Jîneolojiyê jî ji ber eleqeya zêde di destên me de neman. Wekî tê zanîn beriya Destpêka Jîneolojiyê, seta Nîqaşên Jîneolojiyê derketibûn. Dê ev xebatên derxistina pirtûkên jîneolojiyê berdewam bikin.”

'Xwendekarên tirk pirtûkên li ser dîroka kurdan dixwazin'

Çakmak çavdêriyên xwe yên li ser xwendekarên pitûkan û sedema wan jî ev agahî parve kir: “Bi taybet xwendekarên zanîngehê eleqeyek mezin nîşandindin. Xwendekar bursên xwe ji bo fûarê veqetandine ji bo pirtûkan bistînin. Pirtûkên herî zêde tên xwestin jî derbarê dîroka kurdan. Bi taybetî xwendekarên tirk gelek dixwazin bixînin. Çepgir jî dixwazin pirtûkên Ocalan bixwînin. Dixwazin ji çavkaniyên me bixwînin. Dîsa xwendekarên tirk pirtûkên der barê xweserî, pêvajo û bi giştî têkoşîna li Kurdistanê tê dayî de dixwazin. Ev jî dide xuyakirin ku bi têkoşîna gelê kurd, xwerêveberiyên hatine îlankirin û berxwedana tê dayîn ve girêdayî ye.”

Çakmak destnîşan kir di fûara Edeneyê de ji derveyî Weşanxaneya Aramê, weşanxaneyên ku pirtûkên kurdî di stantên xwe de bi cih kirine Weşanxaneya Awa, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Nûbihar û Weşanxaneya Evrensel e.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN