DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Jiyana Min Her Şer Bû' li Stenbolê tê pêşandan

 
16 Çile
09:06 2016

STENBOL (DÎHA) - Belgefîlma 'Jiyana Min Her Tim Şer Bû' a Sakîne Cansiz (Sara) ku yek ji kadroyên pêşeng a PKK'ê bû û di 9'ê çileya sala 2013'an de li Parîsê hat qetilkirin dê di 19'ê Çileyê de li Sînemaya Atlas a Beyoglu bê peşandan.

Belgefîlma 'Jiyana Min Her Tim Şer Bû' a Sakîne Cansiz (Sara) ku yek ji kadroyên pêşeng ê PK'Kê bû û di 9'ê çileya sala 2013'an de li Parîsê bi 2 jinên siyasetmedarên kurd re hat qetilkirin dê di 19'ê Çileyê de li Sînemaya Atlas a Beyogluyê bê pêşandan.

Belgefîlma 'Jiyana Min Her Tim Şer Bû' ku navê pirtûka Cansiz jê re hatibû dayîn û têkoşîna jiyana wê ya 55 salan bi kurtasî vedigot, xebata wê di meha Gulana sala 2013'an de li Bakur, Başûr û Ewropayê bi tîmek jinan hat destpêkirin. Derhêneriya wê jî yek ji xwendekarên Derhêner Halîl Uysal (Halîl Dag) Dersîm Zêrevan kir û produksîyona wê jî Bîrcan Delal Yildiz, Elîf Engîn Şîmşek û Sehbal Şenyurt kirin.

Rêwitiya maf, azadî û wekheviyê

Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê derhêner Leyla Toprak der barê mijar û naveroka belgefîlmê de agahî da û diyar kir ku di belgefîlmê de rêwitiya ku li hemberî pergalê têkoşîna hebûnê tê dayîn û li pişt têgehên biratî, azadî, wekhevî edalet û maf diçe heye. Toprak da zanîn ku dema mirov di vê çarçoveyê de dinêre, dibîne ku ev yek di dîroka mirovahiyê ya cîhanê de ji bo jinan wekî al dewrkirine. Her wiha ji hemû jinên li vê erdnîgariyê dijîn re pêşniyara dîtina vê çîrokê kirinê jî." Toprak herî dawî bi taybetî bang li jinan kir ku tevli belgefîlma Sara ya ku di 19'ê Çileyê de saet di 19.00'an de bê pêşandin bibin.

(aw/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN