KURDÎ-DER'a Îzmîrê dê kovara Quzilqurtê amade bike
20 Çile
14:51
2016
ÎZMÎR (DÎHA) - Kovara bi navê Quzilqurt a ku ji 2014'an pê ve ji du mehan carekê tê çapkirin dê ji niha û pê ve ji aliyê KURDÎ-DER'ê ve were amade kirin.
Kovara bi navê Quzilqurtê ku cara yekem di sala 2014'an de ji aliyê çend perwerdekar ve hate çapkirin dê êdî ji aliyê KURDÎ-DER'ê ve were amadekirin. Dê di demên pêş de di formata kovarê de jî hîn guherîn were kirin. Dê xebatên kovarê ji aliyê mamoste û şagirtan ve were meşandin û kesên ku dixwazin nivîsên wan di kovarê de cih bigire, dikarin nivîsên xwe bişînin ji Şaxa KURDÎ-DER'a Îzmîrê re.
Endamê komeleyê Erdal Gezîcî, der barê xebatên kovarê de axivî û got ji bo kovarê zêdetir pêş bixin biryar dane ku di bin banê komeleyê de were derxistin.
(sy)