Hejmara nû ya Folklora Kurdan derket
ZEYNEL BULUT
AMED (DÎHA) - Kovara Folklora Kurdan a ku Şaredariya Bajarê Mezin û KURDÎ DER’a Amedê bi hev re amade dikin bi hejmara xwe ya 5’emîn ve derket pêşberî xwendevanên kurdîhez. Endamê desteya weşanê ya kovarê Eşref Keydanî destnîşan kir ku ew kovareke Kurdistanî ne û ew kovarê digihînin Rojavayê Kurdistanê û Ewropayê jî.
Kovara folklorîk a bi navê Folklora Kurdan ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û KURDÎ DER’a Amedê ve hatiye amadekirin bi hejmara xwe ya 5’emîn a têr û tijî derket. Kovara ku bi dirûşma "Zargotin zêrgotin e, zêrgotin zorgotin e!" dest bi weşanê kir sê mehan carekê derdikeve. Di nivîsa edîtoryayê de tê destgirtin ku ev salek di ser derketina kovarê re derbas bûye û ji ber vê sedemê edîtoryaya kovarê, silaveke salê dide xwendevanên xwe.
Ji ber ku Kurdistan heta niha her tim di bin destê dagirkeran de bûye, hêzên dagirker her tim folklora kurdî jî ji xwe re dizîne û wekî ya xwe dane nasîn. Koma ku kovarê derdixe jî ji ber vê rastiyê xebateke giranbûha didin meşandin. Ev xebat ji bo parastina berhemên folklorîk ristek girîng digire ser milên xwe. Kovara Folklora Kurdan ev bû penc hejmar e ku bi naverokeke dewlemend balê dikişîne ser gencîneya folklora kurdan.
'Ev xebateke derengmayî bû'
Yek ji edîtorê û endamê desteya weşanê ya kovarê Eşref Keydanî li ser naverok û derxistina kovarê axivî. Keydanî destnîşan kir ku komek ji mamosteyên ziman ên Kurdî Der’ê li ser daxwaz û pêwîstiya xwendevanan dest bi derxistina xebata kovarê kirine. Keydanî got ku di esasê xwe de ji bo civaka kurd ev xebateke gelekî derengmayî bû lewre girîng e ku civak bi her awayî çanda xwe bizanibe.
'Ji bo nivîsan wêne tê xêz kirin'
Der barê xebatên xwe de jî Keydanî da zanîn ku ji bo weşandinê gelek nivîs ji wan re tên, wekî deste ew wan nivîsan dineqînin û nivîsên li gorî kovarê diweşînin. Keydanî got ku ji bo wan pêwîstî bi nivîsên lêkolînî û berhevkariyê heye. Keydanî bi van gotinan dirêjî da axaftina xwe: “Nivîsên ku ji bo kovarê tê desteya weşanê ya kovarê dinirxîne. Piştre li gorî nivîsên ku wêneyên wan tunebe ew ji wan re wêneyan xêz dikin. Hin nivîs jî bi wêneyên xwe tên dayîn. Di nivîsan de em zêde di warê edîtoryal de mudaxaleyekê nakin. Ji bilî nivîsên rêzimanî. Nivîsên wêjeyî li gorî devok û heremê dimîne. Em dest nadin zimanê wê.”
'Kovareke Kurdistanî ye'
Di kovarê de niha bi du zaravayan, ango bi kurmancî û kirmanckî nivîs tên weşandin. Lê hewldana komê heye ku bi zaravayên din ên kurdî jî nivîsan di kovarê de biweşînin. Kovar li gorî ruhê neteweyî û Kurdistanî tevdigere. Keydanî der barê zaravayê kirmanckî û yên din ên kurdî de jî got ku armanca wan xurtkirina hemû zaravayên kurdî ye û ew armanc dikin ku di rojên pêş de di vê kovarê de ji derveyî kirmanckî zêdetir cih bidin zaravayên din lewre Folklora Kurdan kovareke Kurdistanî ye. Keydanî destnîşan kir ku ne tenê li bakurê Kurdistanê di heman demê de Kovara Folklora Kurdan diçe Rojava û Ewropayê jî. Keydanî diyar kir ku li ser înternetê jî xwendevan dikarin xwe bigihînin kovarê.
Keydanî destnîşan kir ku ew ji girtîgehan re jî kovarê dişînin lê îdareya girtîgehan kovarê nagirin hundir û da zanîn ku eger kesên girtî ji malbatên xwe bixwazin bi riya malbatan dikaribin bigirin hundir an jî rêbazekî din hebe ew dikarin ji wan re bişînin.
Di dawiya axaftina xwe de Keydanî destnîşankir ku heke kesên bixwazin li ser mijareke ji kovarê re nivîsan bişîne an jî kesên ku di arşîva wan de wêneyên rêsen ango yên ku li cihekî nehatibin weşandin hebe dikarin ji bo wan bişînin.
Ji bo têkiliyê û peydekirina kovarê, xwendekar dikarin di ser navnîşana Huzurevlerî Mah. Doktor Sitki Goral Cad. 13. Sok. No: 4-1 Kayapinar Diyarbakirê têkilî bi xebatkarên kovarê re deynin.
(sy)