Atolyeya hunerê ya komun: Jî Sanat

CIHAN BAŞAKÇIOGLU
STENBOL (DÎHA) - Li Tirkiyeyê yek ji atolyeya ku li ser esasê komun û jiyana kolektîf esas digiriye hatiye avakirin jî atolyeya "Jî Sanat" a ku komek hunermendên ciwan li Kadikoyê ava kirine ye. Ji damezirînerên atolyeyê Servan Çetînkaya diyar kir li Rojhilata Navîn yên ku hêza wan a çekan heye li hemberî mirovên ku rûmeta xwe diparêzin şer daye destpêkirin û wiha got: "Em gotina Aram Tîgran a 'çiqas tank, tifing û çek hebe ez ê hemûyan bihelînim û bikim tembûr û zirne' dubare dikin."
Li Tirkiyeyê li dijî "navendên çandê" yên îdieolojiya fermî atolyeyên ku komun û jiyana kolektîf esas digirin her diçe zêdetir dibe. Yek ji van atolyeyan jî li Kadikoya Stenbolê atolyeya ku komek hunermend hatine cem hev avakirine ya bi navê Atolyeya Jî Sanat e. Atolye navê ji gotina kurdî ya "jiyan" a ku dewletê bi salan qede kir û xwest tune bike ya koka wê "jî" digire. Ji damezirînerê atolyeyê Servan Çetînkaya diyar kir ku ji bo hem ji alternatîfekî derxînin hem jî qadekî kolektîf vekin av atolye vekirine û ev ji kaosa ku di qada hunerê heye derketinek e.
'Ceribandina riya sêyemîn e'
Çetînkaya got ku ev ceribandinekî "riya sêyemîn e" û ewil du hevalên wan ên reqsvan û resamekî ev fikr anîne ziman, ew ji vî fikrê derketine rê û ev yek pêk anîne. Çetînkaya nirxandina "Ev fikr piştre hate pêşxistin. Wekî ku me got em qala qadekî kolektîf dikin. Li vir nav ne girîng in. Dema ku bi hevre hilberînê dikin wê demê qîmeta navan jî derdikeve. Mînak jinekî ji tayê ya di rê de derbas dibe ji bo tiştên ku li diwarê atolyeyê bê daliqandin fikra xwe anî ziman û li gorî vê yekê nêzîkatî çê bû. Ji ber vê yekê ruhê taxa Yeldegîrmenî ya Kadikoyê li ber çavan hate girtin" kir.
Çetînkaya bilêv kir ku şertên demê hiştiye ku ew hunerê pêk bînin û di nava saziyên sîstemê de li şûna nêdîtî bimînin, xwestine bersivekî xurt bi hunerê ve bidin. Çetînkaya ev tişt anî ziman: "Şertên demê hişt ku em bi hevre kar û hunerê bikin, vê ferz dike. Me nedikarî di nava saziyên sîstemê de nedîtî bin Ji ber ku me dizanibû huner bersivekî xurt e." Çetînkaya got ku dema atolye ava kirine tu tiştekî wan ê madî tunebû ligel vê yekê jî hêza xwe ji mirovên piştgirî dane wan girtine.
'Komun û jiyana kolektîf tê esasgirtin'
Çetînkayan da zanîn ku niha li atolyeya hunerê hin xebatan dikin, atolyeyên wekî wêne, reqs, muzîk, platesê ava kirine, dîka konserên akustîk, gotûbêj û pêşandana filman a bêpere dikin. Çetîn got ku di van xebatan de jî jiyana komun û kolektîf esas digirin û ev atolye ji bo hemû kesan vekiriye, sînorekî wan tuneye.
'Huner jiyan e'
Çetînkaya got ku navê atolyeya hunerê ji koka gotina "jiyan" a kurdî tê û wiha berdewam kir: "Jî koka peyve jiyan a kurdî ye. Jin û jiyan nufuzê vê yekê dikin. Noqteya ku huner derketiye jin e, em wisa difikirin û huner jiyan e."
Çetînkaya da zanîn ku l atolyeyê kadroyekî 7-8 kesan pêk tê heye û li aliyê din hemû kesên ku tevli atolyeyan dibin jî xebatkar in. Çetînkaya diyar kir li Rojhilata Navîn yên ku hêza wan a çekan heye li hemberî mirovên ku rûmeta xwe diparêzin şer vekiriye û ev tişt got: "Dibe ku rawestandina şer zehmet be. Lê ji bo ku li dijî mirovahiyê êrîşên nû çênebin huner û estekîn xalekî girîng in. Em gotina Hunermendê mezin Aram Tîgran a 'çiqas tank, tifing û çek hebe ez ê hemûyan bihelînim û bikim tembûr û zirne' dubare dikin."
(sa)