Zarok TV zarokan diparêze
ZEYNEL BULUT/ AMED
AMED (DÎHA) - Zarok TV dest bi bernameyên cuda derbasî weşana nû bû. Koordînatora Giştî ya Weşanê ya Zarok TV Dîlek Demîral diyar kir ku armanca wan a sereke li hemberî polîtîkayên pişaftinê parastina zarokan e. Her wiha heke malbat bixwazin dikarin dîmenên zarokên xwe yên pêkenokî ji televîzyonê re bişînin û dê bên weşandin. Zarok TV fîlmên karton yên resen û anîmasyon amade dike.
Li hemberî polîtîkayên pişaftinê gelê kurd bi salan e têdikoşe. Dewleta tirk ji dibistanên ku ava kirine bigire bi hemû saziyên xwe ji bo kurdan ji ziman, çand, nasname û hunerê dûr bixe çi ji destê wê tê dike. Ev polîtîkayên pişaftinê hem li derve hem jî li hundurê malan bi rêya televîzyonan dike. Di televîzyonên xwe de ji bo gelê kurd ji çand, ziman û nasnameya xwe dûr bikeve bernameyên taybet çêdike. Bi taybetî jî bi fîlmên karton dixwaze zarokên kurd pişaftî bike û wan ji çand û nasnameya wan dûr bixe.
Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê yekemîn kanala televîzyonê ya zarokan, Zarok TV ji Newroza 2015’an û vir ve wekî diyariyeke Cejna Newrozê ji bo zarokan weşanê dike. Beriya niha jî di meha kanûna 2015’an de wekî yekemîn televîzyona zarokan Zarok TV li ser navnîşana www.zaroktv.com a înternetê dest bi weşanê kiribû. Zarok TV derbasî serdema weşana nû bû.
Li dijî pişaftinê Zarok TV
Koordînatora Giştî ya Weşanê ya Zarok TV Dîlek Demîral destnîşan kir ku armanca wan a sereke li hemberî polîtîkayên pişaftinê parastina zarokan e û ev tişt anî ziman: “Dewlet bi her awayî polîtîkayên pişaftinê dimeşîne. Yek ji van polîtîkayan jî bi rêya televîzyonan bi taybetî li ser zarokan pêk tîne. Bi pêşandana fîlmên karton dewlet dixwaze çanda xwe bi zarokên kurd bide qebûlkirin, wan ji çand û nasnameya wan dûr bixe. Me jî li hemberî vê xeteriyê bi avakirana Zarok TV’iyê xwest pêşiya vê yekê bigirin. Em nikarin bêjin ji sedî sed me ev polîtîka vala derxistiyê lê em gihîştine asteke girîng.”
Xebateke girîng dikin
Demîral diyar kir ku ji ber bi salan gelê kurd hatiye pişaftin ew niha di warê ziman de hin zehmetiyan dikişînin û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Gelek karakterên sereke yên cîhanê hene, niha van karakteran bi kurdî ne. Bi toreke berfireh û kadroyeke serkeftî em weşanê dikin. Em bi gelek şîrketan re dixebitin û bernameyan çê dikin. Em bi gel, sazî, dibistan û zarokan re di nava têkiliyên de ne ku ji bo zarokan çi pêwîst be em bikin. Di destpêk de di warê teknîkî de ji me re rexne dihat lê bi derbasbûna weşana nû re me ev pirsgirêkên xwe jî derbas kir. Ji bo ku tu zêde bi zarokan bidî hezkirin divê tu weşana xwe nû bikî. Niha bi weşanek nû em li ser ekranan in.”
Malbat dikarin dîmenan bişînin
Demîral destnîşan kir ku ji bo fîlmên karton ên resen ango kurdistanî jî xebatan dimeşîne û dê ji niha pê ve hewl bidin ku bi giranî fîlmên karton kurdewar be. Demîral diyar kir ku ew vê xebatê di heman demê de bi alîkariya pedagok û derûnînasên zarokan dikin. Demîral got ku ew bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî weşanê dikin û da zanîn ku gelê kurd ji vê yekê gelekî razî ye û di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Bernameyek me ya kenkenok heye. Heke malbatên me bixwazin dikarin dîmenên zarokên xwe yên pêkenokî ji me re bişînin, em ê biweşînin. Her wiha malbatên me dikarin di warê weşanê de jî rexne û pêşniyarên xwe ji me re ragihînin. Em ê ji vê yekê kêfxweş bibin.”
Anîmasyonên resen amade dikin
Yek jî jê xebatkarê Zarok TV mamosteyê anîmatorê yê 3 D’yê (3 boyut) Cafer Gozutok jî destnîşan kir ku ji bo fîlmên karton ên resen ango kurdistanî niha hevalên wan senaryoyê amade dikin û ew jî li gorî senaryoyê anîmasyonê amade dikin. Gozutok wiha got: “Bi tevahî di xebata anîmasyonê de em 10 kes in. 6 heval li ser 3 D’yê 4 heval jî li ser 2 D’yê xebata anîmasyonê dikin. Xebata me li ser karekterên resen ên kurdî ne. Xebata anîmasyonê ne hêsan e lê ji bo zarokan em gelekî kêfxweş in ku vê xebatê dikin.”
(ça)