DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Anli: 'Qayyûmên' şaredariyan dê hemû girêdana qut bike

 
18 Hezîran
18:11 2016

AMED (DÎHA) - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amed Firat Anli, bal kişand ser planên AKP'ê yên bi rêya 'qayyûm' destdayîna ser şaredarên DBP'ê û aşkera kir ku ev rêbaz dê hemû têkiliyên di navbera gelan de bide qutkirin.

Li ser fermana Serokomar Tayyîp Erdogan hikûmeta AKP'ê li hemberî şaredarên DBP'ê plana destaserkirinê dixe meryetê. Ev plana qirêj a ku demek dirêj e amadekariyha wê tê kirin, îro di manşeta Rojnameya Sabahê de jî cih girt. Li hemberî vê planê bertekên raya giştî zêde dibin, herî dawî bertekeke tund ji Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli hat. Anli der barê plana ku ji 6 xalan pêk tê û destdayîna li ser şaredarên DBP'ê ku li cihên wan dê walî û qaymeqam bên peywîrdarkirin de nirxandin kirin. Anli aşkera kir ku tenê di hişêmendiya AKP'ê de planek heye ew jî dixwaze welat perçe bike.

Anli diyar kir ku piştî destnedana wekîlên HDP'ê hat rakirin niha jî dixwazin dest bavêjin rêveberiyên xwecihî û şaredariyan û ev tişt got: "Em vê yekî bi vekirî dibêjin. Dema şaredarî di destên me de nebûn jî em li van bajaran xwedî vîn bûn. Ev şaredarî ji destên me bên girtin jî dê vîna me neyê şikandin. Ev xalên ku hatine aşkerakirin dide nîşan ku êdî Tirkiye ne komareek demokratîk e. Dixwazin komareke otorîter û totorîter ava bikin. Ev tê wê wateyê ku êdî ji Yekitiya Ewropayê û saziyên navneteweyî qut dibin."

'AKP îro CHP'ya wê demê ye'

Anli destnîşan kir ku desthilatdariya ku îro Tirkiyeyê bi rêve dibe, dixwaze biçe salên 1920'an û 30'an û ev tişt anî ziman: "Wê demê serokên bajên ên CHP'ê hem walî û hem jî şaredar bûn. Îro jî heman tişt tê gotin. Pergala ku AKP'ê rexne dikir îro dixwaze pêk bîne. AKP'a îro CHP'a wê demê ye."

'Dê hemû girêdan bên qutkirin'

Piştî hevşaredarên DBP'ê ji peywîrê bên girtin û li cihên wan walî û qaymeqam bên peywîrdarkirin, dê çi pirsgirêkan bi xwe re bîne, ji hêla Anli ve bi van gotinan hat nirxandin: "Dê tu encam bi vê rêyê neyê bi destxistin, ev her kes jî baş dizane. Em bi destega sedî 72 ya gel hatin hilbijartin. Bi peywîrdarkirina walî û qaymeqam, dê vê pergalê bide nîqaşkirin. Dê berpirsyarî û sûcê ku sibê li vî welatî derkeve holê bêguman kesên mexdur be. Me destek ji Enqereyê negirtiye. Ev vîna ne wan gel daye me. Em li ser navê gel têkoşînê didin. Ya texdûrkirin jî gel e. Dê bi van xalan re girêdanên herî dawî yên li rojavayên Tirkiyeyê re jî bên qutkirin."

Mufetîşan bi mehan e tiştek nedîtiye

Anli aşkera kir ku di nava 10 mehên dawî de bi dehan mufetîşên ku şandine herêmê tu tiştek nedîtine, raporên ku di dawiya van lêkolînan de hatiye kirin, ji hêla hikûmet û medyaya alîgir ve hedef tê nîşandan û ev sernavên ku qala wan tên kirin jî tu rastiyên xwe tuneye.

'Qirêjiyên şaredarên AKP'ê nayê hesab'

Anli destnîşan kir ku şaredarên herî demokratîk û li gorî qanûnan dixebitin, şaredariyên DBP'ê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev rewş ji hêla mufetîşên ku şandin ve jî hat piştrastkirin. Lê heke tenê kêmasiyeke meya piçûk jî bi dest bixistana, dê raxistan ber çavê raya giştî. Ez îdia dikim bila tenê mufetîşekî xwedî namûs bişînin şaredariyên Stenbol û Enqereyê, dê qirêjiyên ku hatine kirin hesabên wê neyên kirin."

Anli herî dawî piştrast kir ku dixwazin bi van rêbaz û hincetên bêbingeh wan bê îtibar bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ev pêvajoyeke derbasdar e. Em dema yekitî û bihevrabûna xwe berdewam bikin dê ev pêvajo zêde neyê ajotin. Divê gel li hemberî êrîşên ku tên meşandin xwedî li vîna xwe derkeve."

(ms)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN