Li dijî baregeha leşkerî êrîşên hemwext
ŞIRNEX (DÎHA) - Li dijî baregeha Kuyu Tepe û Fermandariya Tabûra Mîllî ya li Gundikê Melê ya Şirnexê ji hêla gerîlayên HPG/YJA-Starê ve bi awayekî hemwext êrîş pêk hat.
Li gorî agahiyên ji herêmî hatine girtin îro di saet 11.00'an de li dijî baregeha Kuyu Tepe û Fermandariya Tabûra Mîllî ya li Gundikê Melê ya Şirnexê ji hêla gerîlayên HPG/YJA-Starê ve bi awayekî hemwext êrîş pêk hat. Ji ber êrîşên gerîlayan, di Fermandariya Tabûra Mîllî de teqînên dijwar pêk hatin.
Piştî teqînê gelek ambûlans sewqî tabûrê hatin kirin. Di heman demê de riya Gundikê Melê jî hat girtin.
Ji ber êrîşê bi tevahiya rojê tevgera helîkopteran pêk hat.
(ms)