DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Çalakger: Em ê wekî Kemal Pîran bi ser kevin

 
7 Îlon
15:27 2016


AMED (DÎHA)
- Çalakiya greva birçîbûnê ya li Amedê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin, di serdema "Rojiya Mirinê ya Mezin" a di 82'yan de ji hêla pêşengên PKK'ê Kemal Pîr û hevriyên wî ve pêk hat de pêt tê. Çalakvanan diyar kir ku ew dê wekî Kemal Pîran li ber xwe bidin û bi ser kevin.

Di sala 1982'yan de li Zindana Amedê çalkaiya "Rojiya Mirinê ya Mezin" ji hêla Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kemal Pîr û hevriyên wî ve pêk hatibû, îro di salvegera şahdeta Kemal Pîr (7'ê Îlon) careke din çalakiya greva birçîbûnê ji hêla 50 siyasetmedarên kurd ve hatiye destpêkirin. Çalakvanan Kemal Pîr bi bîr anîn.

'Tecrîda li ser Ocalan bû sedema berxwedanê'

Endamê Hewldana Komeleya 78'an a Amedê Rifat Ronî aşkera kir ku roja ku komar ava bûye heta nih, li ser gelê kurd komkujiyek pêk tê, li hemberî van polîtîkayên komkujiyê, bi salan e di kurdan de kevneşopiyeke berxwedanê derketiye pêş, bi berxwedana Kemal Pîr û hevriyên wî li dijî faşîzma 12'ê Îlonê jî serî rakirinek derketiye pêş. Ronî piştrast kir ku li ber Kemal Pîr û hevriyê wî Mehmet Hayrî Durmuş, li derveyî berxwedanê riyeke din nema ye û ev tişt got: "Ji ber wê Rojiya Mirinê ya Mezin dan destpêkirin. Bi vê berxwedanê serkeftineke dîrokî hat bi destxistin. Îro jî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, ji hêla gelê kurd ve çalakiyeke greva birçîbûnê hatiye destpê kirin."

'Em ê jî bi ser kevin'

Ronî bi gotinên "Bi tecrîda li ser Rêbertiyê re peyama hûn tunene didin gelên kurd" axaftina xwe dewam kir û wiha pêde çû: "Lê me jî bi çalakiya xwe diyar kir ku em dê vê yekê qebûl nekin. Bi beşdariya komek 50 kesî heta agahî ji Birêz Ocalan neyê girtin dê çalakiya me jî berdewam bike. Her çalakî û berxwedan serkeftinê esas digire. Em jî wekî Kemal Pîr û Hayrî dibin 'Em bi ser ketin' û em ê bi serkevin li ber xwe bidin."

Şîmşek: Dê berxwedêr bi ser kevin

Endama MYK'a DBP'ê Gulcîhan Şîmşek jî destnîşan kir ku bi debeya 12'ê Îlonêre bi zorê îşlikekî ji agir li gelê kurd dikirin, ev jî bi tundî û zextan pêk dihat. Şîmşek bi lêv kir ku kesên nedixwestin vî îşlikê ji agir li xwe bikin, Kemal û Hayrî bûn û li hemberî vê rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevgera Azadiyê têkoşîneke mezin da, kesên li Zindana Amedê dest bi rojiya mirinê kirin, li dijî tundî û zilmê berxwedanek mezin danîn holê. Ji ber ku jiyaneke bê azadî nedixwestin ev berxwedan hilbijartin. Wan qasî ku ji jiyanê hez dikirin mirin hilbijartin. Tişta ku îro jî dispêrin me bê rûmetî ye. Em jî ji bo vê yekê qebûl nekin îro li vir in. Em dizanin ku kesên li ber xwe bidin, dê bi ser kevin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN