DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Rihayî: Ev şaredarî me bi dest xist em ê teslîmê qayûmê nekin

 
9 Îlon
09:04 2016

RIHA (DÎHA) - Hikûmeta AKP'ê bi gef û zordariyê biryarên KHK'ê dest datîne ser şaredariyên HDP û DBP'ê. Li dijî vê pêşa gaspê bertekên gel her ku diçe mezin dibe û aşkera dikin ku wan ev şaredarî bi dest xistiye dê teslîmê qayûmê nekin.

Welatiyê êzidî Îbrahîm Halîl Akkuş (6) li taxa Alîgorê ya Rihayê dijî, got "Ev şaredarî me hilbijartiye. Me dengê û rengê xwe hilbijart. Ev bi vîna gel hatin bi destxistin. Dixwazin ji destên me bigirin. Di demokrasiyê de tiştekî wiha tune. Em qebûl nakin."

Ev rêveberiyeke faşîzan e

Akkuş aşkera kir ku ew dê qayûmê nas nekin û wiha pêde çû: "Em li ser vê axê aştî û azadiyê dixwazin. Lê ew bi israr dibên dê ya min be, ev rêveberiyeke faşîzan e, lê em ê jî li berxwe bidin, berxwedan jiyan e."

Welatiyê bi navê Sabrî Aydin (46) bang li gelê kurd kir û xwest gelê kurd xwedî li şaredariyên xwe derkeve. Aydin bi lêv kir ku ew qayûmê nas nakin, şaredarî vîna gel in û çi dibe bila bibe dê xwedî li vîna xwe derkevin.

Halîl Tekçî jî destnîşan kir ku li welatên demokratîk gel bixwe xwe rêve dibe, Tirkiyeyê jî bi demokrasiyê tê rêvebirin û ev tişt anî ziman: "Şaredaryeke ji hêla gel ve hatiye hilbijartin bi riya qayûmê destdanîna ser nayê qebûlkirin. Ev nakokiya dewletê ya navxweyî dide nîşan."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN