Egîtîm Sen: Divê her kes dengê xwe bilind bike
ENQERE (DÎHA) - Navenda Giştî ya Egîtîm-Sen'ê bang li herkesî kir û xwest nerazîbûnê nîşanî peyvirgirtina 11 hezar û 500 mamosteyî bidin û li hemberî hewla darbeyê mafê xwe yê demokratîk bikarbînin.
Sendîqaya Egîtîm-Sen'ê ji bo şermezarkirina peyvirgirtina mamosteyan li navenda xwe civîna çapemeniyê pêk anî.
Ligel endamên Egîtîm-Sen û MYK'a KESK'ê Serokê Egîtîm Sen'ê Kamûran Karaca û Hevserokên KESK'ê Lamî Ozgen û Şaziye Kose jî tevlî civînê bûn.
Karaca daxuyaniyê da û got ku ligel çend roj ji perwerdehiya salê re ma ye jî bi biryarên di hikmê zagonê (KHK) de 28 hezar û 163 mamoste ji mafên xwe hatine bêparkirin û bi vê yekî rêgezên Dadgeha Esasî hatiye binpêkirin û diyar kir ku hikûmet hewla darbeyê wekî firsendê bikartîne û got ku di encama wê de jî 11 hezar û 589 mamoste ji peyvirê hatine girtin.
'Peyvirgirtina mamosteyan înfaza bê daraz e'
Karaca di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku AKP di bin navê olê de hin dorhêl li derdora xwe komkirine û got ku lê kedkarên perwerdehiyê heta îro ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîn daye meşandin û anî ziman ku bi operasyona ji peyvirgirtinê înfaza bê daraz li hemberî mamosteyan pêk hatiye.
'Derbeya hikûmetê li hemberî tevahî civakê pêk hatiye'
Her wiha Karaca di dawiya axavtina xwe de bang li tevahî raya giştî kir û diyar kir ku peyvirgirtina mamosteyan hemû kesî eleqedar dike û xwest ji bo pêşeroja zarokan neyê tarîkirin herkes dengê xwe bilind bike û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide.
(ot)