DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

ÎHD: Bila girtiyê nexweş Hûlkî Guneş bê berdan

10 Îlon
15:06 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Şaxa ÎHD'a Îzmîrê, anî ziman ku li girtîgehan her diçe rewşa girtiyên nexweş xerabtir dibe û blaê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hûlkî Guneş.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li ber Konak Eskî Sumberbankê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankartên li ser "Bêdeng nemîne, nebe hevparê vî sûcî, dimirin", "Tuba edlî bû dardakirin, daraz bû înfaz" nivîsandî hatin vekirin de, li gel endamên komeleyê hevserok û rêveberên HDP'a Îzmîrê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê komê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Ahmet Çîçek axivî. Çîçek, diyar kir ku li girtîgehan hemû mafên girtiyan hatine xesp kirin û dest nîşan kir ku gelek girtiyên nexweş li gel ku rapora wan î "nikarin di girtşgehê de bimîne" heye jî, tedawî û tehliyeya wan nehatiye kirin. Çîçek, balê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hûlkî Guneş ê ku di sala 1992'yan de li Gimgima Mûşê bi awayekî şaîbeyê hat girtin û got, ji ber romatîzmayê mazmazkên wî û hemû movikên wî nagirin. Çîêçek, diyar kir ku rapora Guneş a ATK'ê her çiqas bo Serokomar hatiye berpêşkirin jî hîn tu bersiv nehatiye dayîn û wiha hat gotin, "Her çiqas tu girêdariyeke zagonî ya Serokomar tune be jî, bo efûyê selahetiya xwe bi kar tîne, divê sepandina serîlêdana Saziya Tiba Edlî bê betalkirin."

Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN