'Dayika Berfo hembêza xwe vekiriye û li benda Cemîlê xwe ye'
STENBOL (DÎHA) - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 598'mîn de li aqubeta Cemîl Kirbayirê di derbeya 12'ê îlonê de di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Birayê Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir diyar kir ku Dayika Berfo hembêza xwe vekiriye û li benda Cemîlê xwe ye.
Dayikên şemiyê ku her hefte ji bo li aqubeta zarokên xwe yên winda bipirsin li ber lîseya Galatasaraya Stenbolê tên cem hev vê heftê jî bi heman armancê çalakî pêk anîn.
Dayikan pankarta li ser ' Kujer diyarin winda li ku ne' nivîsandî vekirin û qurnefîlan danîn ser. Dayikên wêneyên windayan hilgirtin li aqubeta Cemîl Kirbayirê di derbeya 12'ê îlonê de hat windakirin pirsîn.
'Dewlet derewan didomîne'
Di çalakiyê de parêzera windayan Eren Keskîn axivî û dazanîn ku dewle hêj derewên xwe didomîne û got ku derewa herî mezin jî ji dayikên ku zarokên xwe windakirine kiriye û wiha got: "Sembola dayikan a herî mezin dayika Berfo bû. Di doza kurê dayika Berfo Cemîl Kirbayir de tu pêşketin çênebûye. Me dosyaya Kirbayir ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) re şandiye û em li bende biryarê ne."
'Soza ku te da dayikamin bicîh bî ne'
Xwişka Cemîl Kirbayir, Fatma Kirbayir dazanîn ku hişmendiya 12'ê îlonê dewam dike û dazanîn Serokomar Tayîp Erdogan soza dîtina birayê min da diyamin û xwest Erdogan soza we bicîh bîne.
'Dayika Berfo hembêza xwe vekiriye û li bende Cemîlê xwe ye'
Birayê Kirbayir Mîkaîl Kirbayir jî bibîrxist ku di rapora ku li Meclîsê hat amadekirin de hatiye gotin ku birayê wî Cemîl ne sûcdar bû ye û got ku lê li gel vê yekî heta niha dozek nihatiye vekirin û got: "Bê edaletiye li Wezareta Edaletê didome. Em hestiyên xwe dixwazin, hestiyên me jî nadin. Dema dayika min Berfo jiyana xwe ji dest da me ji bo birayê min jî gorek kola, niha dayikamin Berfo hembêza xwe vekiriye û li bende Cemîlê xwe ye.'
'Dê têkoşîna me bidome'
Daxuyaniya hefteyê ji hêla Hayrettîn Erenê di 21'ê mijdara 1980'î de li Stenbolê hat binçavkirin û windakirin Îkbal Eren xwend. Eren dazanîn ku ewê têkoşîna dayika Berfo ji cihê ku maye de bidomînin.
(ot)