DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Çeteyên DAÎŞ'ê Cerablus neterikand, tenê rihên xwe jêkirin'

 
10 Îlon
16:07 2016


NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)
- Nûçegihanê Îndependentê Patrick Cokburn têkildarî operasyona Artêşa Tirk a Cerablûsê bi çeteyek DAÎŞ'ê re ropartaj kir. Çeteyê DAÎŞ'ê Cokburn têkildarî têkiliyên DAÎŞ û Tirkiye de agahî dan Cokburn û gotiye: "DAÎŞ'ê Cerablus neterikand. Tenê rihên xwe jêkirine.'

Nûçegihanê Îndependentê yê Rojhilata Navîn Patrick Cokburn têkildarî serdana Şamê nivîsek nivîsand. Cokburn diyar kir ku operasyona Tirkiye nepenîtiya xwe didomîne û got ku DAÎŞ'ê li hemberî operasyonê qet li ber xwe neda û Cerablûsê terikand.

Nûçegihan Cokburn di nivîsê de cîh da ropartaja xwe ya bi çeteyê DAÎŞ'ê yê bi navê Faraj û anî ziman ku Faraj gotiye dema Artêşa Tirk ket Cerablusê çeteyên DAÎŞ'ê bajêr neterikandiye tenê rihê xwe jêkirine.

'Tirkiye gelek piştgirî da'

Her wiha di nivîsê de hate diyar kirin ku Faraj aşkere kiriye ku ew di nava 150 çeteyên ku dema YPG'ê Til Ebyad rizgarkiriye de bû û gotiye di wê serdemê de ji bo wan ji Tirkiye gelek çek û cebilxane hatine şandin.

Dîsa nûçegîhan Cokburn diyar kir ku çeteyê DAÎŞ Faraj di dawiya gotinên xwe yên têkildarî Serokomar Tayîp Erdogan de jî gotiye ew ji dîktatorên Ereb çêtir e û aniye ziman ku Erdogan diwaze bi nava Suriye de biçe û bi Kurdan re bikeve nava şer û her wiha gotiye ku berpirsiyarê perçebûna Sûriye Erdogan e.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN