DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîs tehmula berzendikan jî nekir

 
10 Îlon
17:06 2016

WAN (DÎHA) - Zarokê bi navê A.B. ê li wanê berzendikên bi rengên kesk, sor û zer ên wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser in difirotin, polîsan gef lê xwar û bi kêrê hemû jêkirin.

Zarokê 7 salî A.B. ê li ser kolana Cumhuryetê berzendikên bi rengên kesk, sor û zer ên wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser bûn difirotin, bi zextên polîsan re rû bi rû ma. Polîsna dest danî ser bezendikên wî û hemû bi kêrê jêkirin.

'Em ê te kelepçe bikim'

A.B. da zanî polîsan gotinên ne baş ji bo wî bi kar anîne, gef li wî xwarine û ev tişt got: "Ez debarê xwe bi karî dikim. Dema ku polîs hatin gel min gotin 'ma tu nizani ev qedexene? zû vana rake an jî em ê li te bidin û te kelepçe bikin. Di dema OHAL'ê de em çi bixwazin em dikarin bikin' û piştre bi kêrê hemû jê kirin."

A.B. diyar kir ku ew debara xwe bi vî karî dike, dê cihê berzendikên xwe dijê bike.

(era-sk/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN