Gelê Kopê: Werin em biçin hilbijartinê

MÛŞ(DİHA)- Rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeya Kopa Mûşê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûmê ya bo Şaredariyê dan û bang li rayedarên AKP'ê kirin û gotin li şûna ku hun qeyûmê tayîn bikin, werin em biçin hilbijartinê.
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeya Kopa Mûşê bi tevlîbûna welatiyan li ber avahiya Şaredariyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Ligel rêveberên HDP û DBP'ê, Cigirên Hevşeradarên Kop, Milazgir û Gimgimê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn.
'Emê nasnekin'
Hevserokê HDP'ê yê Mûşê Faruk Uygur nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûmê ya Şaredariya Kopê da û got ku ev yek desteserkirina vîna gel e û anî ziman ku AKP dixwaze bi darê zorê Şaredariyan ji destê gel derxîne.
Uygur bang li rayedarên Hikûmeta AKP'ê kir û dazanîn ku ewê tayînkirina qeyûmê nasnekin û got ku ger hun bixwe bawerin werin em li tevahiya herêmî biçin hilbijartinê, gel kê dixwaze bila ew bê û got: "Bila herkes zanibe ku emê tayînkirina qeyûmê nasnekin."
'Werin em biçin hilbijartinê'
Wekîlê Hevşaredarên Kopê Arafat Kardagi jî dazanîn ku tayînkirina qeyûmê derbeya li hemberî vîna gel e û dazanîn ku hêj teblîxata fermî nihatiye û wiha got: "Em hemû peywirdar û xebatkarên Şaredariyê li ser karê xwe ne. Tayînkirina qeyûmê ne gel û ne jî em qebûl dikin. Tê gotin ku gel ji Şaredariyên DBP'ê nerihet e. Ger îdiayek bi vî rengî hebe, wê demê bila bên em biçin hilbijartinê, gel kê bixwaze em rêz nîşanî vîna gel bidin. Bê gel ji kê neraziye emê bibînin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidaristin.
(ot)