DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Karaca: Em li hemberî faşîzmê serî natewînin

 
10 Îlon
18:26 2016

ENQERE (DÎHA) - Egîtîm Senê bi tevlibûna serokên şaxên Egîtîm Senê yên hemû bajaran û endamên MYK'ê yên Egîtîm Senê daxûyanî da çapameniyê.

Egîtîm Senê bi tevlibûna 103 Serokên Şaxên Egîtîm Senê yên hemû bajaran û endamên MYK'ê yên Egîtîm Senê li Enqerê li ber deriyê avahiya Navenda Giştî ya Egîtîm Senê daxûyanî da çapameniyê. Daxûyanî ji aliyê Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kamuran Karaca ve hat xwendin. Karaca da zanîn ku rêxistina wan li hemberî zaliman û faşîzma topyekun tu caran serî natewîne û ew ê bersiva herî mezin bi têkoşîna rêxistinê bidin faşîzmê.

'Têkoşîna me dê bê tirs bidome'

Karaca diyar kir ku ew dê li hemberî zilmê têkoşîna xwe bêtirs berdewam bikin û ev tişt got: "Li hemberî zilma ku ji aliyê hikûmetê ve li dijî endam û mamosteyên me tê meşandin em ê bê tirs têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Heta ku hevalên me yên kar hatin avêtin venegerin ser karê xwe em ê li qadan bin û têkoşîne bidomînin."

'Em soz didin hevalên xwe'

Karaca got ku bila tu malbat û rêhevalan wan xem nekin ew ê her tim li cem hevalên xwe bin û wiha pêde çû: "Em soz didin hemû malbat, xwendekar û hevalên mamosteyên xwe em ê heta dawiyê cem wan cih bigirin. Em ê him ji aliyê hiqûqî him jî ji aliyê aborî ve li cem wan bin û em wan tu caran mexdûr nakin."

'Em ê îftirayên wan teşhîr bikin'

Karaca destnîşan kir ku ew ji bo mafê mamosteyan hevdîtinan bi saziyên navneteweyî re jî dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em dev ji doza xwe bernadin. Heta em mafê hevalên xwe yên rewa dest nexin em ê hevdîtinên xwe yên bi saziyên navneteweyî re jî pêk bînin. Bila hemû endamên me baweriyê bidin me, me çawa ku berê qirêjî û îftirayên wan teşhîr kirin em ê îro pêde jî wan teşhîr bikin."

'Em hemû ji hev hêz digirin'

Karaca herî dawî ev tişt gotin: "Em hemû ji hev hêz digirin û ez hemû hevalên xwe yên ku hemû bajaran li hemberî faşîzmê têkoşîna xwe bênavber berdewam dikin dil û can silav dikin û ji wan re serkeftinê dixwazim."

Daxûyanî bi berzkirina dirûşmên wekî "Serkeftin a kedkarên ku li ber xwe didin e", "Bijî têkoşîna me ya bi rêxistin kirî" û "Em ê bi têkoşîna xwe faşîzmê hilweşînin" bi dawî bû.

(fd/ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN