PDK'ê Şaxa Rêxistina Mafên Mirovan girt

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - PDK'ê, Şaxa Hewlêrê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdan girt û çûyîna lijneya girêdayî rêxistinê ya Şengalê jî asteng kir.
Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) Şaxa Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdan ku navenda wê li Almanyayê ye girt. Rêxistinê ji dema êrîşên li ser Şengalê heta niha, hewil dida alîkariyê bigihîne Êzidiyan û rewşa wan bi cîhanê re parve bike. Lijneya rêxistinê ya ji bo alîkariya Şengaliyan dixwest biçe Şengalê jî ji hêla asayîşa PDK'ê ve hate astengkirin. Nûnerê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdan ê Başûr Sîrwan Dartaş diyar kir ku wan wekî komeleyek mafên mirovan a kurdan xwestine Şengalê ziyaret bikin. Dartaş wiha axivî: "Me dê li wir raporên derbarê rewşa Êzidiyan de amade bikirina. Lê çûyîna me hate astengkirin. Lê em dest ji xebatên xwe bernadin. Têkildarî helwesta PDK'ê jî em dê di pêşerojê de daxuyaniyê bidin û raya giştî agahdar bikin."
(eb)